Li Girtîgeha Amedê îşkence 2022-02-04 17:22:59   AMED - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê girtî li cihekî bê kamera û destên wan kelemçekirî hatine îşknckirin.    Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê gardiyanan êriş biriye ser girtiyan. Hat ragihandin ku di 31'ê Çileyê de gardiyanan avêtiye ser qawîşan û di dema avêtina ser qawîşan de ji paş de destê girtiyan kelmçe kirine û li cihekî bê kamera ew îşkence kirine. Girtî Abdulazîz Tektaş ku telefonî malbata xwe kiriye, ragihandiye ku girtî hatine îşkencekirin.    Tektaş, diyar kiriye ku gava xwestine li aqûbeta hevalekî xwe yê sewqî girtîgeheke din hatiye kirin bipirsin, gardiyanan êriş aniye ser wan.    Tektaş jî li ber vê rabûye û piştî vê di navbera wî û hevalên wî û gardiyanan de niqaş çêbûne. Piştî nîqaşê gardiyanan ji paş destê Tektaş û hevalên wî kelemçe kirine û wan birine cihekî bê kamera. Malbata Tektaş, diyar kir ku kurê wan ji serê xwe û pişta xwe derb xwarine.    Malbatê bilêv kir ku têkildarî vê daxwazname dane.