Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin 2022-02-04 17:26:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê girtî, sewqî Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê hat kirin.    Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê ya Tîpa T a Hejmara 2’yan sewqî Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê hat kirin. Hat diyarkirin ku Mizrakli li girtîgeha ku ew birinê xistine qawişa karantînayê.    Di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî şûna Mizrakli hatibû kirin û piştî di 21’ê Cotmeha 2019’an de hatibû binçavkirin bi rojekê hatibû girtin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Mizrakli de doz hatibû vekirin. Di çarçoveya beyanên îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî de 9 sal û 4 meh cezayê hefsê li Mizrakli hatibû birîn.