CFWIJ: Demildest Yalçin berdin 2022-02-04 19:56:12   ENQERE - CFWIJ ku destnîşan kir li Tirkiyeyê zext û zoriyên li ser rojnamevanan nayên qebûlkirin, bang kir ku rojnamevan Nûrcan Yalçin demildest bê berdan.    Koalîsyona di Rojnamevaniyê de Jin (CFWIJ), têkildarî binçavkirina rojnamevan Nûrcan Yalçin de bi nivîskî daxuyanî da. CFWIJ'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku zext û polîtîkayên çewisandinê yên li dijî rojnamegeran ên li Tirkiyeyê bi fikar in û pêngavên li dijî çapemenî û azadiya îfadeyê nayên qebûlkirin.   CFWIJ'ê di daxuyaniya xwe de got: "Em CFWIJ çewisandin û polîtîkayên bi armanca tepisandina rojnamevanan tên kirin şermezar dikin. Demildest divê rojnamevan Nûrcan Yalçin bê berdan."