Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin 2022-02-04 20:13:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP'î Erdogan di şerê li dijî kurdan de îşaret bi rol û rista Barzaniyan kir û got: "Mala Barzanî her roj wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin."    Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, piştî vegera ji Ûkraynayê, di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand.    Erdogan, pirsa "Gaza ku dê ji Iraqê bê, wê ji Bakurê Iraqê bê yan? Çend roj berê te û Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek kir. Her hal ne rêvebiriya navendî, Bakurê Iraqê?" bi vî awayî bersivand: "Çendî Nêrçirvan Barzanî li Bakurê Iraqê be jî, lê em dikarin bi wî re navenda Iraqê jî guftûgo bikin û me kir jî. Dostaniya me û Nêçirvan Barzanî pir cuda ye û hiqûqa di navbera me de hiqûqeke cuda ye. Wî jî got, di vî warî de çi ji destan bê dê bike û çawa vegere dê hem bi rêvebiriya navendî re hem jî bi kesên têkildar re li ser vê mijarê biaxive."    ‘HELWESTÊN XWE YÊN CUDA ÎSPAT DIKIN'   Erdogan pirsa "Di operasyonên derveyî sînor de Tirkiye ev demeke heya Silêmanî û bakurê Hewlêrê diçe. Rêvebiriya Herêmî ya Kurd a Iraqê piştgiriya van operasyonan dike, lê HDP piştgiriya wan nake. Berevajî wê operasyonan şermezar dike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?" jî bi vî awayî bersivand: "Niha, bi taybetî li Iraqê û bakurê Iraqê helwesta mala Barzaniyan pir cuda ye. Û ev helwest hîn bêtir helwesteke tevkarî û piştevaniya Tirkiyeyê dike. Li dijî 'rêxistina terorê' PKK'ê helwestine wan ên cuda hene û her roj van helwestên xwe yên cuda îspat dikin. Di vê hevdîtinê de, min bi xwe û bi taybetî ev tişt tê de dît û wer xuya ye dê bi hilbijartina serokkomartiyê re li Iraqê pêvajoyeke nû dest pê bike."    ERDOGAN Û BARZANÎ HEVDÎTIN KIRIBÛN   Piştî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rojekê Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî li Kulliyeya Serokkomartiyê hevdîtin çêkiribûn.