Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin 2022-02-04 22:16:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên keşfê li ser Kampa Mexmûrê digerin.    Amûrên Hewayê yên Bêmirov (ÎHA) li ser Kampa Mexmûrê digerin. Nehat hînbûn ku bê balafirên keşfê yên li ser kampê digerin yên kîjan welatî ne.   Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 1'ê Sibatê de Kampa Mexmûrê bombe kiribûn. Di bombebaranê de kesek jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes jî birîndar bûbûn.