ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-05 09:00:21 * Rojnamevan Seyît Evran, diyar kir ku armanca komploya navdewletî tasfiyekirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevgera wî bû û got: "Lê bîrdozîya ku hat xwestin bê tunekirin, şoreşek çêkir. Gelan bi şoreşê bersiva komployê da."  * Li navçeya Bûcayê fatûreya ceryanê ya nanpêj Azad Kizil ku berê 6 hezar dihat, niha 17 hezar tê. Kizil, ji bo vê yekê protesto bike karê xwe li ber roniya mûmikan dike.    * Ji Komîsyona Jinan a ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr ku bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûkê, got: "Cihê girtiyên nexweş, ne girtîgeh in."    * Li Cizîrê dayikan anîn ziman ku 15'ê Sibatê komploya navdewletî li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah ji bo wan rojeke reş e û gotin: "Ew bû mamosteyê me jinan. Em ji bo wî çi bikin têr nake. Em deyndarê Ocalan in."   * Amediyan bertek nîşanî êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Amediyan got ku pirsgirêka kurd bi polîtîkaya şer çareser nabe û banga yekitiyê li kurdan kirin.    * Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî bertek nîşanî endamên CHP’ê yên ku di hevdîtinên ji bo rakirina destnedayîna parlamenteriya Semra Guzel de dengê ‘erê’ dayîn da û wiha got: “Gotina ‘ji bo kurdan edalet heye lê bo tirkan nîne’ neheqiyekî mezin e.”    * Tuncay Elarslan 22 salan dadgêrî û dozgerî kiriye û ev 3 sal in li karê xwe nayê vegerandin. Elarslan dibêje ku heke hêzekî hevpar were avakirin, dikarin ji vê tarîtiya heyî derbikevin.    * Celal Ulgen diyar kir ku îktîdara heyî pergala şerîetê dixwaze lewma jî bi vekirî êrişî Qanûna Medenî dike û wiha got: “Ji ber ku sererastkirinên hiqûqa medenî, şerîatê red dike.”    * Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi ‘Biryara Gelemperîkirina Bilez’ re, biryar da ku Sûka Zêringiran a Ozdîker a li Platoya Balikligolê herifîne. 22 esnafên li pasajê bertek nîşanî biryarê dan.    * Karkerên Yemek Sepetiyê ku li hemberî zema kêm dest bi çalakiyê kiribûn gotin ku zem, bêyî reqemên enflasyonê li ber çavan bên girtin hatine kirin. Karkeran diyar kir ku dê bi berxwedanê ser kevin.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 333'yemîn de berdewam e.    * Di çarçoveya xebatên kongreyê de DBP dê li eywaneke Sûr a Amedê bicive. (11.30)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin”, di hefteya 678’emîn de dê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Koşuyolu Parkê çalakiya xwe bikin. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê di roja ewil a bernameya xwe ya li Dêrsimê de biçe serdana Malbata Doku ku li ber edliyeyê çalakiya xwe didomînin. Piştre jî dê biçe serdana esnafan û herî dawî jî bi nûnerên STK’ê re hevdîtinan bike. (12.00-18.00) CANLI   * Ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê di hefteya 880’emîn de jî dê çalakiya xwe bikin. Çalakî dê online pêk bê. (12.00)   * TJA dê li avahiya HDP’ê ya navçeya Sancaktepeyê bi dirûşma "Dem Dema Azadîye Jinêye" panelekî li dar bixe. (12.00)   * Jin dê di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin” de, daxwaznameyên ku amade kirine li PTT’a Navendî ya Kadikoyê ji Wezareta Edaletê re bişînin. (12.00)   * Li dijî pirsgirêka bêpêşerojî, krîz, qeyûm û vehewînê dê DOB li Navenda Çandê ya Kivilcim a Beyogluyê çalakiyê bike. (12.00)   * Şaxa Komîsyona Windayan a ÎHD’a Îzmîrê dê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin” li pêşiya Sumerbanka berê daxuyanî bide. (13.00)   * Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li baroyên Amed û Wanê daye destpêkirin didome. (13.00-16.00)   * Çalakiya “Rûniştina F” ku her hefteyê ji bo balê bikişînin ser tenduristiya girtiyên nexweş tê lidarxistin, di hefteya 515’emîn de dê li Şaxa ÎHD’a Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 387’emîn a çalakiya xwe de dê li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)