Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne 2022-02-05 10:16:10 RIHA - Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi “Biryara Îstîmlaqkirina Bi lez” biryara hilweşandina Sûka Zêrîngêran a li Dezgeha Balikligolê wergirt. 122 dikandarên di pasajê de dimînin xwe amade dikin ku biryara şaredariyê şermezar bikin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê derbarê Sûka Zêrîngêran a li Qada Haşimiye ya Dezgeha Balikligolê de bi armanca Hemama Arasa, Xana Gumrikê û sûkên dîrokî yên li herêmê derxîne holê, “Biryara Hilweşandin û Îstîmlaqkirina Bil ez” wergirt. Dikandarên Sûka Zêrîngêran a Ozdîker bertek nîşanî, biryara hilweşînê ya Şaredariya Bajarê Mezin a bi biryarnameya ji aliyê Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ve hatiye îmzekirin da. Di sûkê de gelek jê zêrîngêr 122 dikan hene. Hat îdiakirin ku bihayekî gelek kêm dane xwediyê dikanên bitapo ku biryara hilweşandina wan girtine.    BANG LI ŞAREDAR KIR   Yek ji esnafan Mûstafa Uçeş bi lêv kir ku 15 meh in bi biryara hilweşandinê re rûbirû ne û wiha got: “Bi şaredariyê re serê me ketiye belayê. Guhdariya me nakin. Şaredar bi 4-5 esnafan re hevdîtin kir. Me got birêz şaredar were vir gele xwe guhdar bike. Tu dê di nav vê şewbê û qeyranê de kengî dest ji reklaman berdî? Em qenalên herêmî yên li Rihayê vedixwînin ku bên derdê me guhdar bikin lê ji ber hûn reklamê didin wan nayên. Medyaya Rihayê êdî bûye medyaya şaredariyê.”   CIH NADIN   Uçeş, bertek nîşanî biryara hilweşînê ya Şaredar Zeynel Abîdîn Beyazgul da û wiha berdewam kir: “Heke hilweşînin bila hilweşînin. Lê bila li cihekî ku em jî dixwazin pasajeke weke ya me çêbikin ku em lê cih bibin. Heke nikare vê yekê bikin bila ne hilweşînin. Heke li vir 10 metrekare cihê me hebe, bila li sûkê 5 metrekarê bidin me em ji wê jî razî ne.” Uçeş, bi lêv kir ku şaredar gotinên xwe yên ku dê li Sûka Binerd û Qada Hala Kevin cih bide me bi cih neanîn û got: “Ka da li Sûka Binerd cih bidî me. Li TOKI’yan cih nîşanî me dide. Ew der li kêrî me nayê.”     ‘EM Ê ÇALAKIYÊ LI DAR BIXIN’   Nejdet Modanli yê ji avakirina pasajê ve 32 sal in kargeha xwe ya ocaxa çayê bi rê ve dibe jî diyar kir ku Şaredar Zeynel Abîdîn Beyazgul salek û nîv in têkildarî hilweşîna pasajê xebatan dimeşîne û wiha got: “Fikra tu esnafan nehatiye girtin. Dema me beriya salekê pê re hevdîtin kir ji me re got dê li Kizilayê cih bidin. Pişt re dest ji vê jî berda.”   Yek ji zêrîngêran Mûrat Duger jî hevdîtina xwe ya beriya salekê ya bi şaredar û Waliyê Rihayê re bi bîr xist û wiha got: “Heke dikana min a ez pê debara xwe dikim ji destê min çû 500 hezar lîreyan bidin min bo çi ye. Em nikarin xwe bigihînin şaredar û dengê xwe derxînin. Em ê hefteya pêşiya me çalakiyeke mezin li dar bixin. Heke tu 122 dikanan hilweşînî tu dê bê li gel me biaxivî û projeyên xwe pêşkeş bikî.”   JI SEDÎ 95 NAXWAZIN SÛKÊ HILWEŞÎNIN   Yek ji dikandarên pasajê Haci Ekîncî jî anî ziman ku ji dikandaran ji sedî 95 naxwazin sûk were hilweşandin û wiha axivî: “Me rûyê şaredar jî nedît. Wê vê derê bikin qad lê milet di derdê debara xwe de ye. Madem dê xerab bikî mafê me jî bide.”   ‘BILA ME MEXDÛR NEKIN’   Ekîncî, bi lêv kir ku wê bi hilweşîna cihê wan bikirên wan jî dê kêm bin û wiha got: “Tu ku derê hildiweşînî. Ev der kargeh in. Mirov li vê derê bikiran winda dike. Ev der dilê Rihayê Qada Haşimiyeyê ye. Bila me mexdûr nekin. Çi ji destê me were em ê wê bikin. Şaredar Rihayê mexdûr dike.”     MA / Mujdat Can