Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû 2022-02-05 10:24:15   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştû Tiryakî da zanîn ku AKP’ê pir zû de biryara destnedayîna Guzel da bû û wiha got: “Nexwe tu wateyeke din a vê lez û beziya di nava rojekî de nîne. Dema li Tirkiyeyê neheqiyek li kurdan tê kirin, weke ku ev bêhiqûqiye rewa be tê dîtin.”    Ji bo rakirina destnedayînê ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel du fezleke hatibûn amadekirin. Ji bo nirxandina fezlekeyan, Komîsyona Amadekariyê di 3’yê sibatê de civîna xwe ya sêyemîn li dar xist. Di civînê de endamên AKP û CHP’ê ji bo “rakirina destnedayînê” dengê “erê” dan. Komîsyon, rapora ku bi mebesta “rakirina destnedayînê” amade kiriye dê di 8’ê sibatê roja sêşemê de pêşkeşî Komîsyona Têkel bike.    Piştî ku Komîsyona Amedekar rapora xwe pêşkeş kir, Komîsyona Têkel ku ji endamên Komîsyona Edalet û Makeqanûnê pêk tê, dê di rojeke diyarkirî de bicive û vê raporê binirxîne. Heke komîsyon biryara rakirina destnedayîna Guzel bide, nîqaşên heyî dê vêcarê li Lijneya Giştî berdewam bikin. Piştî hevdîtin û dengdayîna li Lijneya Giştî jî dê ev pêvajo bi dawî bibe.    ‘BIRYAR HÊJ ZÛ DE HATIBÛ DAYÎN’   Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî wêneyên Guzel û biryara bi lez û bez a Komîsyona Amadekar ji ajansa me re axivî. Tiryakî ku di heman demê de yek ji endamên komîsyonê ye diyar kir ku komîsyon hewl dide biryara rakirina destnedayînê demildest bide. Tiryakî wiha domand: “Li gorî qenaeta min, AKP’ê hêj zû de biryara rakirina destnedayînê da ye. Nexwe tu wateyeke din a vê lezê nîne.”   ‘EM Ê NEBIN FÎGURANÊN WAN’   Tiryakî destnîşan kir ku bûyer beriya sala 2017’an pêk hatiye û wiha got: “Tê gotin ku di 2014’an de çêbûye. Fezlekeya duyemîn jî li ser îfadeyên îtîrafkarekî hatiye amadekirin ku ew îfade jî di 3’yê tîrmeha 2018’an de hatiye dayîn. Lê îro di carekî de kirin rojev û dixwazin em jî bibin fîguranên wê biryarê. Em vê helwestê qebûl nakin.”    ‘HEWL DIDIN HDP’ê KRÎMÎNALÎZE BIKIN’   Tiryakî anî ziman ku kesên wêneyên wan hatine parvekirin hemwelatiyên Tirkiyeyê ne û wiha pê de çû: “Gelemperiya endamên rêxistinê hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Em qala bav, dayik, xwîşk, bira an jî xizmên hinek kesan dikin. Lewma kesek nikare ji ber wêneyekî mirovan bi vî rengî darizîne. AKP, hewl dide HDP’ê bi wêneyên vî rengî krîmînalîze bike. Bi ya min, dê bikevin nava hewldanên mîna 4’ê mijdara 2016’an. Wisa dixuye ku amadekariyên hilbijartinê dikin. Bi rê û rêbazên wek zext, tundî, darizandina parlamenteran û rakirina destnedayîna parlamenteran re dê nekarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Tekane rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, rêbazên demokratîk û aştiyane ne.”    BERTEK NÎŞANÎ CHP’Ê DA   Endamên CHP’î di dengdayîna Komîsyona Amadekar de ji bo rakirina destnedayîna Guzel dengê ‘erê’ da bûn û gotibûn; ‘em hêvîdarin ku darizandineke adilane çêbibe.’ Tiryakî bertek nîşanî vê helwestê da û axaftina xwe wiha xelas kir: “Di darizandinên Ergenekon, KCK û cemaeta Gulen de xuya bû ku li Tirkiyeyê darazeke adilane nîne. Lê gazinca kesekî ji nehiqûqiyên li kurdan tên kirin nîne. Dema mijar bû darizandina kurdan, hemû binpêkirinên derhiqûqî wek sepaneke hiqûqî tê dîtin. Dê derkevin kolanan û dirûşmên “maf, hiqûq û edalet” berz bikin lê dema mijar dibe destnedayîna HDP’iyan dê weke ku edalet hebe tevbigerin. Hêvîdarim partiyên muxalîf di Komîsyona Têkel de bi heman awayî tevnegerin.”    MA / Bêrîvan Altan