Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê 2022-02-05 12:41:54   MELETÎ - Cihazê hilmijê yê girtiyê nexweş Mehmet Yamaç ê sewqî Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hatiye kirin, bikartîne nedanê. Yamaç ê diyar kir ku îşkenceya sîstematîk li girtiyan tê kirin, banga hestiyariyê kir.    Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Yamaç (57) ku di rojên ewil ên meha Çileyê ji Girtîgeha Bunyana Qeyseriyê sewqî Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hat kirin, binpêkirinên mafan ên jiyan bi telefonê ji wasiyê xwe Ûgûr Sayan re ragihandin. Yamaç, ê 27 sal in li girtîgehên cuda tê ragirtin û cezayê hefsê yê muebbetê lê hatiye birîn, di 19’ê Kanûna 2000’an de di bin navê “Operasyona Vegera Jiyanê” di serdegirtina Girtîgeha Ceyhanê ya Edeneyê de giran birîndar bû. 22 sal in Yamaç ê perasûyên wî şikestin, nayê dermankirin. Yamaç ê ji ber gazên avêtin girtîgehê beşeke kezeba wî zirar dît. Ji ber nayê dermankirin, êş û janan dikişîne û nexweşiyên wî yên kronîk ên weke astim, KOAH û nexweşiya kezebê hene.      Cihazê hilmijê yê girtiyê nexweş Mehmet Yamaç ê sewqî Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hatiye kirin, bikartîne nedanê. Vasîsê Yamaç, Ûgûr Sayan diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi hêceta “ji ber cihaz nêzî televizyon û sarincê ye radyasyonê belav dike” nedane û daxwaza kirînê ya prîzê bi kablo ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye astengkirin.    Sayan, da zanîn ku Yamaç ragihandiye ku îşkenceyeke sîstematîk li girtiyan tê kirin û binpêkirin wiha rêz kirin: “Dema hatiye sewqkirin destûr nedane ku tiştên xwe bigire. Masrafa wî ya sewqê ji pereyê wî yê li emanetê dihate ragirtin pêşwazî kiriye. Bi zanebûn nehiştine ew razin belasebep gelek caran hatine hişyarkirin, mûameleya xerab li wan kirine û xeber ji wan re hatiye gotin. Got ku her roj rastî mûameleya xerab tên.”   PÊKANÎNÊN ZINDANA AMEDÊ    Sayan, diyar kir ku Girtîgeha Akçadagê ji 27 girtîgehên ku lê mayî ya herî zêde zext lê tên kirine û got: “Pêkanînên Zindana Amedê tên kirin. Heke dest ji van pêkanînan bernedin, em amade ne ku bedelan bidin. Heke zext bidomin wê mirin pêk werin.”   Sayan, xwest ku ji bo binpêkirinên mafan ên diqewimin di cih de werin lêkolînkirin, divê şandeyeke ku hiqûqnas di nav de biçe girtîgehê û banga hestiyariyê kir.