ÎHD: Bila Ferhat Berkpinar were berdan 2022-02-05 14:30:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê yên Hatay, Îskenderûn û Mêrsînê, serdegirtina Şaxa ÎHD’a Amedê û binçavkirina rêveberê komeleyê Ferhat Berkpinar, şermezar kirin.    Polîsan di 3’yê Sibatê de bi ser Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê de girtibûn û endamê Rêveberê Lijneya ÎHD’ê Ferhat Berkpinar binçavkiribûn. Şaxên ÎHD’ê yên Hatay, Îskenderûn û Mêrsînê, serdegirtina Şaxa ÎHD’a Amedê û binçavkirina Berkpinar şermezar kirin û xwestin Berkpinar were berdan. Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr tevlî daxuyaniya li Şaxa ÎHD’ê ya Hatayê hat kirin bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Hatayê Mursel Tongûç Salmanoglû, bi lêv kir ku serdegirtina ÎHD’ê bê hiqûqî ye û got: “Em dixwazin hevalê me Ferhat Berkpinar yê hatiye binçavkirin demildest were berdan û her cure mafê wî yê hiqûqî were parastin.”      ÎSKENDERÛN   Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî bertek nîşanî serdegirtina ÎHD’ê da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk jî wiha axivî: “Em careke din destnîşan dikin ku tu zext û pêkanînên li dijî hiqûqê nikarin di têkoşîna mafên mirovan de paş ve gavê me bidin avêtin.”   MÊRSÎN   Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da. Di daxuyaniya pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov in” hat vekirin de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Zeyneb Benlî wiha got: “Em dixwazin bînin bîra polîsan û endamên darazê ku ev pêkanîn li Tirkiyeyê gelek hatin pêkanîn û yên niha ev pêk anîn li pêş darazê hesabê didin. Em pêşniyarî endamên darazê dikin ku bila nebin amûrên desthilatê û normên mafên mirovan bînin bîra xwe.”