KESK: Xala 35’emîn rakin, dawî li sepanên dijdemokratîk bînin 2022-02-05 14:34:14   AMED - Şaxa KESK’ê ya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hezaran endamên wan bi KHK’an ji kar hatine derxistin û wiha bang li hikûmetê kir: “Em dixwazin hevalên me dîsa li karên xwe vegerin. Her wiha banga me ji desthilatiyê ew e ku Komîsyona OHAL’ê rakin û dawî li KHK û xala 35’emîn bînin.”    Şaxa Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê ji bo ku endamên wan ên bi KHK’an ji kar hatine derxistin dîsa li karên xwe vegerin û xala 35’emîn were rakirin ku sepanên OHAL’ê dide domandin, li Parka Ceylan a Ofîsê daxuyanî da. Gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila sepanên OHAL’ê bi dawî bibin û xala 35’emîn were rakirin” hatibû daliqandin. Her wiha girseyê dirûşma “Bijî berxwedana kedkaran” berz dikirin.    ‘DESTHILATIYÊ RÊ LI BER EDALETÊ GIRT’   Daxuyanî ji hêla Serokê Tarim Orkam Sen’ê Nasir Demîrkiran ve hat xwendin. Demîrkiran diyar kir ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, bi sedhezaran karmend ji kar hatine derxistin û wiha domand: “Derxistina ji kar, bûn destpêka sepanên desthilatiya AKP-MHP’ê ya dijdemokratîk. Li dijî vê neheqiya desthilatiyê, bi hezaran kedkaran dest bi têkoşîna edaletê kirin. Lê desthilatiyê rê li ber edaletê girt.”    BANG LI DESTHILATIYÊ KIRIN   Demîrkirin bi domdarî got ku kedkaran ev lêgerîna xwe ya edaletê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî biriye û axaftina xwe wiha qedand: “Deshilatiyê fêm kir ku dê DMME wan mehkûm bike. Lewma jî Komîsyona OHAL’ê ava kir. Ev komîsyon jî li gorî daxwaza desthilatiyê tevgeriya û ji bo dosyayên hevalên me biryara redê da. Niha dosyayên bi hezaran hevalên me li komîsyonê ne. Hevalên me yên ku nekarîn vê neheqiyê ragirin jî xwe kuştin. Banga me ji bo desthilatiyê ew e ku komîsyona OHAL’ê, KHK û xala 35’emîn rakin. Her wiha em dixwazin dawiyekî li van sepanên derhiqûqî û nedemokratîk bînin.”