'Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr heye’ 2022-02-05 15:56:58 STENBOL - Parêzer û endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ûmmûhan Kaya da zanîn ku girtiyê nexweş Abdurrahîm Demîr tevî ku cezayê wî xelas bûye jî bi keyfî nayê berdan. Kaya got ku xetereya mirinê li ser jiyana Demîr heye.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, 515’emîn çalakiya “Rûniştina F” ya ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li avahiya komeleya xwe li dar xist. Endamên komîsyonê beşdarî daxuyaniyê bûn û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş, Abdurrahîm Demîr ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Abdurrahîm Demîr were berdan” hat vekirin.   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE’   Endama ÎHD’ê parêzer Ûmmûhan Kaya dest nîşan kir ku, di girtîgehan de binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin û tecrîd girantir bûye. Kaya, da zanîn ku bi hinceta pandemiyê îşkence û muameleya xerab zêde bûne û wiha got: “Li ber çavên her kesî cezayên dîsîplînê yên bê hiqûqî didin girtiyan û bi astengkirina mafên civakî, jiyana girtiyan vediguherînin îşkenceyê. Ya herî girîng jî girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.”   ‘HETA NEYÊN HALÊ MIRINÊ NAYÊN BERDAN’   Kaya bilev kir ku, girtiyên sax dikevin girtîgehê ji ber şert û mercan di demeke kurt de nexweş dibin û wiha berdewam kir: “Nexweşiyên wan bi lez pêş ve diçe û heta neyên halê mirinê nayên berdan. Mînaka vê ya herî nêz Turgay Denîz ê ku dema rewşa wî li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê giran bû, rakirin nexweşxaneyê û di beşa lênêrîna lezgîn de jiyana xwe ji dest da hat berdan e. Berpirsyarên girtîgehan, bi berdana girtiyên nexweş ên li ber mirinê armanc dike ku, bi dest dayîna jiyana wan hejmara wan kêm bihêle û mafê girtiyan ê tenduristî û jiyanê paşguh bike.”   NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJÎ   Kaya, anî ziman ku girtiyê nexweş Demîr ê 21 sal in di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, di sala 1994’an de hatiye binçavkirin û bi lêv kir ku ji ber di bin çavan de hatiye îşkencekirin nexweş bûye û wiha pê de çû: “Bi demê re nexweşiyên kezebê, dil, gurçik pêş ve çûne, kêm dibîne, dibihîze, nexweşiya diranan pê re heye û nikare di şert û mercên girtîgehê de bi tena serê xwe bijî.”   ‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ DEMILDEST BÊN BERDAN’   Kaya, bi lêv kir ku daxwazên taloqkirina înfazê yên ji bo Demîr tên kirin bi awayekî keyfî tên redkirin û anî ziman ku ev rewş jî tenduristiya wî dixe xetereyê. Kaya, daxwazî û bangawaziya hevjîna Demîr wiha vegot: “Ez naxwazim cenazeyê hevserê xwe ji girtîgehê bistînim. Dixwazim dawiya jiyana xwe di nav zarok û neviyên xwe de derbas bike. Bila hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.”