ÎHD’ê li aqûbeta Tepelî pirsî 2022-02-05 15:57:42 ÎZMÎR - ÎHD’a ku aqûbeta Maksût Tepelî yê piştî li Stenbolê hat binçavkirin hat qetilkirin pirsî, bi lêv kir ku ji ber zirxa bêcezatiyê dosya 38 sal in di arşîvê de tê rawestandin.    Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin faîl werin darizandin” li pêş Sumerbanka berê ya Konakê daxuyanî da. Komîsyona Windayan vê hefteyê aqûbeta Maksût Tepelî yê di 2’yê Sibata 1984’an de li Stenbolê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsî. Di daxuyaniyê de pankartên “Winda diyar in faîl li ku ne” û “Winda wijdana te ne xwedî lê derkeve” hatin vekirin.    ÇÎROKA MAKSÛT TEPELÎ   Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli, diyar kir ku 38 sal in cihê gora Tepelî tê veşartin û bi lêv kir ku dosya 38 sal in bi zirxa bêcezatiyê di arşîvê de tê rawestandin. Pişt re Canli çîroka Tepelî xwend. Canli, da zanîn ku çend sal derbas bin jî ji bo faîl werin darizandin wê têbikoşin.