Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî 2022-02-05 18:27:22       MÊRDÎN - Haşîm Gezer ku di Girtîgeha Xarpêtê de ye, ragihand ku nameyên wî nadin wî.    Haşîm Gezer, birayê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê di hucreyê de jiyana xwe ji dest da, ragihand ku Girtîgeha Xarpêtê nameyên wî nade wî. Gezer telefonî malbata xwe kir û ragihand ku rêvebiriya girtîgehê nameyên jê re hatine nade wî. Her wiha Gezer ragihandiye ku çend nameyên dane wî jî bi awayekî sansurkirî dane wî.   Gezer, ragihand ku rewşa wî baş e û malavayiya kesên name jê re şandine kir.