Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya têkildarî el-Qureyşî 2022-02-05 21:20:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku pêşêngên DAIŞ'ê Baxdadî û Qureyşî li herêmên ne di bin kontrola QSD'ê de hatine kuştin.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî kuştina pêşengên DAIŞ'ê Ebû Bekîr el-Bexdadî û Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureyşî daxuyanî da.    Ebdî, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya sanal de destnîşan kir ku pêşêngên DAIŞ'ê Baxdadî û Qureyşî li herêmên ne di bin kontrola QSD'ê de hatine kuştin û ev tişt gotin: "Li Îdlîbê kuştina El-Qureyşî û el-Bexdadî, nîşan dide ku DAIŞ li herêmên ne di destê QSD'ê de tê parastin û piştgiriya wê tê kirin. Li wir kampên perwerdehiyê didin wan û malên ewle ji wan re tên peydekirin û wekî komên muxalefetê tên binavkirin."