ROJEVA 6'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-06 09:00:08   * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, diyar kir ku wan raporên têkildarî çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li herêmê bi kar anîne ji 40 welatan re şandine û got: "Kesên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane testên wan hatine girtin. Di encama van testan de îspat bû ku dewleta tirk teqez li herêmê çekên kîmyewî bikartîne."    * DYA ku encam ji Projeya Rojhilata Navîn a Mezin negirt, niha hewl dide Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava Tirkiye û PDK'ê de asê bike.    * PDK'ê Hoşyar Zêbarî yê ku berê bi gendeliyê hatibû sûcdarkirin kir namzetê xwe yê serokkomartiya Iraqê. Parlementerê YNK'î Zîkrî Zebarî bertek nîşanî vê da û got: "PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzetî danî."    * Hevseroka Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Fîlîz Bûdak, diyar kir ku divê avahiya NY'yê ya li kampê vala nesekine, peywira xwe bi cî bîne.    * Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşardi roja 334’an de didome.    * Li navçeya Artûklû û Qoserê wê zem bên şermezarkirin. (12.00-14.00)   * TUHAY-DER, wê dayikên ku li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin re derbarê rewşa girtiyên ku li Girtîgehja Tekîrdagê di greva birçîbûnê de ne daxuyanî bide. (13.00) ZINDÎ   * BMG wê bi dûrişmeya "Li dijî birçîbûn, xizanî û vê pergalê heke em bibin yek em ê bi serkevin" li Kadikoyê daxuyanî bide. (15.00)