Hevserokê KNK'ê Karamûs: Raporên çekên kîmyewî ji 40 welatan re hatin şandin 2022-02-06 09:00:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, diyar kir ku wan raporên têkildarî çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li herêmê bi kar anîne ji 40 welatan re şandine û got: "Kesên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane testên wan hatine girtin. Di encama van testan de îspat bû ku dewleta tirk teqez li herêmê çekên kîmyewî bikartîne."    Operasyonên Tirkiyeyê yên ku di 23'yê Nîsana 2021'ê de li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê dan destpêkirin, didomin. Di van operasyonên ku ji bejahiyê û hewayê ve tên kirin, çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ji ber van çekên kîmyewî heya niha 33 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji xeynî vê li herêmên çekên kîmêyewî lkê tên bikaranîn gelek kes ji ber nexweşînên cur bi cur diçin nexweşxaneyan. Li gel vê hêzên navneteweyî xwe li bêdengiyê datînin û PDK jî hewl dide ser vê yekê bigire.    Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) jî belge û delîlan têkildarî çekên kîmyewî berhev dike û wan ji sazî û rêxistinên navdewletî re dişîne. Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs têkildarî lêkolînên kirine û encamên wan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    HAT ÎSPATKIRIN   Ahmet Karamûs, diyar kir ku heta niha wan ji dehan sazî û rêxistinên navneteweyî re delîlên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî şandine. Karamûs, destnîşan kir ku piştî ku Tirkiye li Garê têk şikiyaye vê carê serî li çekên kîmyewî daye û got: "Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di êrişan de ku ji meha Adar, Nîsan û Sibata 2021'an û vir ve pêk hatine, çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Li gorî agahiyên ku di destê me de ne li herêma Kanîmasî, Avaşîn û Metînayê 323 caran ji hewayê û bejahiyê ve çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Hin saziyên navdewletî li van herêman lêkolîn kirin. Kesên ku di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane testên wan hatin girtin. Di encama van testan de hat îspatkirin ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Agahiyên ku heta îro gihiştine ber destê me; dewleta tirk bi şêwazên cuda çekên kîmyewî bi kar anîne. Heger em van bi nav bikin gaza sinir a ku mirov di carekê de bêtevger dihêle û her wiha cureya çekên kîmyewî yeke din jî girngrkros e. Ji çekên kîmyewî yek jê jî ya ku li herêmê tê bikaranîn, kloropoîn gaz û ya dîtir jî îsota gazê ye. Ev çek li van herêmê û derdora wê hatine bikaranîn."    BERPIRSIYARÎ Û ERKES HER KESÎ YE   Karamûs, bilêv kir ku hin dewlet li gorî berjewendiyên xwe nêzî vê mijarê dibin û lêkolînkirina vê meseleyê tenê ne erka KNK'ê ye. Karamûs, destnîşan kir ku ev berpirsiyarî û erka hemû saziyên kurd e ku li ber çekên kîmyewî rabe û xwedî helwest be.    Karamûs got: "Ji ber ku dîroka kurd di vî warî de xwedî tecrûbe ye. Di bikaranîna çekan de gelek bedelên giran dane. Bi salan e jî bi vî rengî em qurbaniyan didin. Ji ber wê jî KNK di qada navneteweyî, siyasî û dîplomasîyê de ketiye nav liv û tevgerê. Di vê mijarê de me KNK gelek serdan û hevdîtin me pêk anîn."   'OPEC POLÎTÎZE BÛYE'   Karamûs, da zanîn ku wan têkildarî vê hevdîtin bi OPCW'ê re kirine û got: "Ev rêxistineke ku ji aliyê 193'ê welatan ve bi peymanekê hatiye damizirandin û niha jî li Holandayê ye. Me bi wan delîl û raporên ku me kom kirine serî lê da. Me gelek caran serî li wan daye. Me rapor û belgeyên xwe dan wan. Lê belê wan gelek caran gotiye ku ger ew xwe bi xwe ne di nav de bin nikarin lêkolînê bikin. Hêzên li herêmê şer dikin bang lê kirin ku li cihên ku dewleta tirk çekên kîmyewî lê bikaranîne lêkolînan bike. Heta niha hê bersiva serlêdanên me nedane û ew bi xwe jî neçûne herêmê û lêkolîn nekirine. Bêguman sedemên wan jî hene. Li gorî nêrîna me ev sazî polîtîze bûye. Li gorî berjewendiyên hin kesan tevdigere û di xizmeta hin dewletan de ye. Dewletên NY'yê ji ber ku Tirkiye jî di nav dewletên NATO'yê de ye, heta niha ji alîyê wan ve tiştekî berbiçav bi dest me neketiye. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de me heya niha raporên ku me berhev kirine ji nûnerên 40 welatan re şandine."   RAPOR JI 40 WELATAN RE HATIN ŞANDIN    Karamûs, anî ziman ku hevdîtinên wan ê bi saziyên navneteweyî re berdewam dikin û delîlên ku hatine berhevkirin jî heya niha ji gelek welatan re hatine şandin. Karamûs, diyar kir ku wan serî li CPT'yê jî daye û got: "Ev sazîmsaziyeke ku li hemberî îşkenceyê disekine. Ev sazî li gorî îdia û nirxên xwe xebat dide meşandin. Wan bi xwe jî li herêmê lêkolîn kirin. Ev sazî dixwaze kesên ku di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane û yan jî bûne hedefa wan, li ser wan lêkolînan bike. Danûstandinên me li gel wan hene. Ew di vî warî de kar û xebatên xwe didin meşandin. Ji bilî wê me serî li Konseya Yekîtiya Ewropayê da. Serokê konseyê bersiveke cihê şermezariyê da. Dibêje, 'Heta îro tu delîlek negihîştiye destê me ku Tirkiye li wir çekên kîmyewî bi kar aniye.' Lê me hemû belge û agahiyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî  berhev kiribûn ji wan re şandibûn. Ne ew bi raporên me qayil dibin û ne jî ew bi xwe hewl didin ku biçin herêmê tiştekî bikin. Delîlên bikaranîna çekên kimyewî yên li herêmê di destê welatên wekî Îtalya, Îsvîçre, Danîmarka û Norwecê de ne. Wan bi xwe jî di parlementoyên xwe de ew nirxandin. Her wiha ev rapor ji NATO'yê re jî hatine şandin."    'LI 550 GUNDAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATINE BIKARANÎN'    Karamûs, diyar kir ku li herêmê piştî bikaranîna çekên kîmyewî gelek kes diçin nexweşxaneyan. Her wiha Karamûs, destnîşan kir ku ji bo ku Tirkiye li dadgehên navdewletî bê darizandin di nava liv û tevgerê de ne û got: "Ji bilî vê komeke karên siyasî û dîplomasiyê ya KNK'ê ku ji hiqûqnasan pêk tê serî li dîwana edeletê ya li bajarê Dennhag ê Hollendayê da ku Tirkiye bê darizandin. Em hewl didin ku Tirkiye di vê dîwana edeletê ya navdewletî de bê darizandin. Di vî warî de xebatên me didomin. Divê tu dewlet çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar neyne. Lê em baş dizanin ku hin dewlet qanûnên navneteweyî qebûl nakin. Ji ber vê jî erka me ye ku em zextê li ser wan bikin. Ji bo parastina berjewendiyên navneteweyî pêwîst e em bi hev re tevbigerin. Ji Helebçeyê bigirin heta roja me ya îro bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane. Hin kesên ku di wê demê de bi çekên kîmyewî birîndar bûne di bedena wan de texrîbatên mezin çêbûne. Li devera Dihok, Zaxo û Kanîmasyayê li 550 gundan çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di wê encamê de kesên ku birîndar bûne û nexweş ketine serî li saziyên tendûristiyê dane. Lê mixabin heta niha jî bêdengiyeke gelek xurt heye. Bêguman aşkerekirina vana ne tenê erka KNK'ê ye. Erkeke neteweyî, ehlaqî dikeve ser milê hikûmeta Kurdistanê û saziyên herêmê jî. Pêwîst e hikûmeta Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê ya navendî re dozê li Tirkiyeyê veke. Em ê li benda tu kesî nesekînin û di qada dîplomasiyê û neteweyî de em ê xebatên xwe bidin meşandin."   'TEHEMUL NEMA YE'    Karamûs, di berdewama axaftina xwe de li ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kampa Mexmûrê û Şengalê jî sekinî. Karamûs, anî ziman ku dewleta tirk dev ji van êrişên xwe bernade, lê li hemberî vê bêdengiyeke mezin jî heye û got: "Bêdengiyeke gelek mezin di nava kurdan de heye. Li dijî qadên gerîllayan êrişeke gelek mezin heye. Divê em baş zanibin ku êrişên dewleta tirk bi Başûr û Bakur tenê ne sînorkirî ne. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt heye. Êdî nijadperestiya dewleta tirk gihaştiye asteke gelek bilind. Li ku derê deskeftiyeke kurdan hebe, dewleta tirk êrişî wir dike. Dewleta tirk li hemberî gelê kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Di demên dawî de êrişî herêma Efrîn, Şehba, Girêspî, Serêkaniyê, Minbic û Eyn Îsayê dike. Bê şik û guman tehemula dewleta tirk li hemberî kurdên ku ji bo berjewendiyên gelê xwe tedikoşin nemaye. Di êrişa DAIŞ'ê ya vê dawiyê de îspat bû ku ew di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Herêm di bin rewşeke awarte de ye. Lê bêguman li van deveran îradeya gelê kurd heye û berxwedan heye. Hebûna Tirkiyeyê li van herêma ji bo statuya her çar perçeyên Kurdistanê xetereyeke mezin e. "   BANGAWAZÎ   Karamûs, bilêv kir ku xwedîderketina li Şengal û Mexmûrê erka her kurdî ye û got: "Li ku derê li hemberî dewleta Tirkiyeyê nêrazîbûnek hebe ew der hedef e. Şengal herêmeke ku di nava sînorên Iraqê de ye. Xelkê wê  pîranî êzidî ne. Ji ber ku plan û armancên dewleta Tirkiyeyê li wir tên teşhîrkirin, di hedefê de ye. Ji dema Osmaniyan heya roja me ya îro êrişên li ser tunekirina civaka êzidiyan didome. Dixwazin Şengalê dagir bikin û hebûna civaka êzidî ji holê rakin. Tişta ku DAIŞ'ê nîvco hişt dewleta tirk dixwaze wê temam bike. Heman şêwazan li Mexmurê jî pêk tîne. Cihê rexnekirinê ye ku hikûmeta Iraqê ne dikare Şengalê biparêze, ne jî dikare Mexmûrê biparêze. Eşkere ye ku şirîkên vê êrişê ew in. Ji ber ku li wan deran îradeya gel heye, êriş dikin. Pêwîst e ku em li Şengal û Mexmûrê xwedî derkevin."   MA / Zeynep Dûrgût