Ji bo Ocalan meşa dirêj ya li Frankfûrtê dest pê kir 2022-02-06 22:12:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 23’yemîn salvegera komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşa dirêj li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê dest pê kir. Ji gelek welatên cîhanê gelek ciwanên kurd û aktîvîstên enternasyonalîst li bajarê Frankfurtê hatin cem hev. Ciwanan bi armanca şermezarkirina komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di salvegera 23'yemîn de li navenda bajêr li Haûptwache dest bi meşa xwe kirin.   Hem li qada meclise hem jî di tevahiya meşê de timî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.    Çalakgeran êlekên ku wêneyên Ocalan li ser wan hebûn li xwe kirin û bi berzkirina dirûşmeyan û vekirina pankartan daxwaza azadiya Ocalan kirin.   Rawestgeha yekem a vê meşa dirêj a ku li Frankfurtê dest pê kir, wê bajarê Darmstadt be. Meşa ku wê di 12'ê Sibatê de li bajarê Strasboûrgê Fransayê bi dawî bibe, wê li wir ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê wê çalakiyeke mezin bê lidarxistin.   Ciwanên ji Meksîka, Brezîlya, Îtalya, Amerîka, Îspanya, Elmanya, Fransa û gelek welatên din ên Ewropayê tevlî meşa dirêj bûn.