'Hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin’ 2022-02-07 09:02:29 EDENE - Parêzer Mehtap Sert bal kişand ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û got: “Pir zelal e ku hiqûqa dijminatiyê li Aysel Tugluk tê sepandin. Tevî ewqas hewldanan jî nayê berdan û sedemê vê yekê jî ew e ku piştevaniya têkoşîna jinan kiriye.”  Li gorî daneyên Wezareta Dadê ji dîroka 31’ê kanûna 2021’an ve li girtîgehên Tirkiyê 38 hezar û 43 hikumxwar bi giştî 297 hezar û 726 girtî hene. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî di adara 2021’an de lîsteya girtiyê nexweş eşkere kiribû û li gorî vê lîsteyê 604' girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di sala 2021’an de li girtîgehan 7 jê yên ku cezayê wan hat taloqkirin bi giştî herî kêm 59 girtiyan ji ber mafê wan tedawiyê hat astengkirin jiyana xwe ji dest dan.    REWŞA AYSEL TUGLUK GIRANTIR DIBE Û NAYÊ BERDAN    Yek ji van girtiyên jî Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk e ku ji sala 2016’an ve li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê tê ragirtin e. Nexweşîna Tugluk piştî ku di 13’ê îlona 2017’an de li dijî cenazeyê dayika wê Hatûn Tugluk êrişa nijadperestî pêk hat dest pê kir. Teşhîsa demansê bi Tugluk re peyda bûye. Tevî ku nexweşxaneyê rapora “nikare di hepsê de bimîne” daye jî lê ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve nayê berdan. ATK îdia dike ku Tugluk bi serê xwe dikare di girtîgehê de bimîne. Parêzer Mehtap Sert û Sevîl Araci Bek têkildarî rewşa Aysel Tugluk ji ajansa me re axivîn.    'HERÎ ZÊDE LI GIRTÎGEHAN MAF TÊN BINPÊKIRIN’    Mehtap Sert helwesta ATK’ê ya li hember girtiyên nexweş rexne kir û wiha got: “Êdî girtiyên nexweş ku ji tedawiya xwe jî encam nagirin û raporên saziya tiba edlî didin jî ji aliyê dadgehê ve li ber çavan nayên girtin. Li gorî rêziknameyên peymanên navnetewî jî pêwîstiya ji bo girtiyên nexweş ku werin tedawîkirin jî bicih nayinin. Girtîgehên Tirkiyê cihên ku herî lê zêde mirov nexweş dikevin e. Ji mafên xwe yên tenduristiyê û tedawiyê bêpar tên hiştin. Herî zêde li girtîgehan mafê mirovan tên binpêkirin. Ji dema berê ve heta niha li dijî girtiyan hiqûqa dijminane tê sepandin. Dixwazin vê bêhiqûqê rewa bikin. Êdî rewşa girtiyên li dijî rastiya mirovî ye. Ev jî kêrî karê îqtidara siyasî tê. Divê parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên sivîl di vê mijarê de ji bo qanûnên werin xebitandin bikevin dewrê hewldanan bikin.”    'TUGLUK XETA MOR A SIYASETÊ YE’    Parêzer Mehtap Sert diyar kir ku Aysel Tugluk xeta mor a siyasetê ye û wiha got: “Aysel Tugluk rastiya erdnîgariya me ye. Jin e, kurd e, elewî ye. Seranserî jiyana xwe ji bo jinan xebitî ye û têkoşiya ye. Li hember hemû girtiyan heman polîtîka tê birêvebirin. Rewşa Aysel Tugluk jî wiha ye. Mesele rewşa Mehmet Emîn Ozkan jî wisa ye, tevî ku extiyar e û rewşa wî giran e jî nayê berdan. Pir eşkere û zelal e li hember Aysel Tugluk jî hiqûqa dijminatiyê tê sepandin. Tevî ewqas hewldanan jî nayê berdan. Sedemê vê yekê jî ev e ku Tugluk piştevaniya têkoşîna jinan kiriye. Ji ber ku ew yek ji pêşenga têkoşîna jinan e.”   'BÊCEZA DIMÎNIN’    Parêzer Sevîl Araci Bek jî anî ziman ku rewşa girtiyên nexweş yek ji pirsgirêkên herî mezin ên welat e û tevî hemû hewldanan, bangên tên kirin û daxwazan jî girtiyên nexweş nayên berdan û jiyana xwe ji dest didin. Gelek girtî di girtîgehê de mirin. Parêzer Bek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Lê belê qanûnên înfazê ji bo paşxistina înfaza kesên ku nexweşiyên wan kujer in an jî dermankirina wan di şert û mercên girtîgehê de ne mumkine an dijwar e, guncan e. Lê belê gelek mehkûm tevî îdiayên ku nikarin di girtîgehê de bimînin jî nayên berdan. Dema behsa sûcên li dijî jin û zarokan tê kirin, em şahidiya pêkanînên berevajî dikin. Ji ber ku îfadeyên jin û zarokan weke delîl nayên qebûlkirin, gelek sûc bêceza tên hiştin, bi hinceta kêmasiya delîlan xwe diparêzin. Raporên ATK di nav delîlên ku carinan têne paşguh kirin de ne. Mixabin, ev yek nîşanî me dide ku pergal her carê alîgirê kê ye.”    REWŞA TUGLUK BI FIKAR DIŞOPÎNIN   Bek destnîşan kir ku rewşa Aysel Tugluk bi fikar ji nêz ve dişopînin û got: “Aysel Tugluk ji ber ramanên xwe û nêrînên xwe yên siyasî hatiye mehkûmkirin. Ew jinek têkoşer û siyasetmedar e. Li ber çavên dinyayê wê dişînin mirinê. Nexweşîna wê her roj girantir dibe. Ev yek kesî xemgîn dike lê ne di xema îktidarê û darazê de ye. Em carek din gazî dikin; divê Aysel Tugluk tavilê were berdan da ku tedawiya wê li derve were kirin.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen