Nûnertiya DBP'a Çûkûrovayê: Çareserî bi Ocalan re pêkan e 2022-02-07 09:03:00 EDENE - Hevberdevka DBP'a Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga got: "Heke lêgerînek îqtidarê ya çareseriyek demokratîk hebe, ev bi vekirina deriyên Îmraliyê dikare were çareserkirin."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tê ragirtin û parêzer û malbata wî nikarin biçin hevdîtinê. Malbat û parêzer her hefte ji bo hevdîtinê serî i Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin lê belê bêbersiv tên hiştin.    Hevberdevkên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler tecrîda li ser Ocalan tê sepandin ji ajansa me re nirxandin.    'OCALAN JI BO KRÎZAN ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞ DIKE'    Enver Guler tecrîd3e wek polîtîkaya cihêkariyê û tunekirinê nirxand û wiha got: "Dewlet dixwaze bi tevahî gelê kurd asîmîle bike. Zextan li ser gelê kurd bike û wan tune bike. Di şexsê Ocalan de tecrîdê li ser xelkê pêk tîne. Tecrîd krîza birêvebirinê ye. Reaîleteya Ocalan li ser hemû gelan heye. Birêz Ocalan ji bo krîzên heyî li çareseriyê digere. Lewma tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi hev re ye û pêşîlêgirtina çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Tecrîdkirina Ocalan bi hêza gelan dikare were rakirin. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe."    'ÇARESERÎ BI OCALAN PÊKAN E'    Şîlan Turga jî destnîşan kir ku Ocalan realîteyek e û ev yek rastiya gelan e û wiha got: "Di şexsê Ocalan de tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Em wek DBP'ê li her deverê dikin rojeva xwe ku ev tecrîd were rakirin. Heta ku em encamê bigirin em ê li dijî tecrîdê rabin. Roja radestkirina birêz Ocalan 15'ê Sibatê nêz dibe, em ê vê roja reş dîsa şermezar bikin. Ev 10 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Em dîsa dibêjin divê hevdîtin werin kirin. Em bi taybetî vê destnîşan dikin; Heke lêgerînek îqtidarê ya çareseriyek demokratîk hebe, ev bi vekirina deriyên Îmraliyê dikare were çareserkirin."