Ji ber zeman li 30 navçeyên Îzmîrê protesto hatin kirin 2022-02-07 13:10:55   ÎZMÎR -  CHP’ê, ji bo protestokirina zemên li ceryan û sotemeniyê hatine kirin, li 30 navçeyên Îzmîrê çalakî li dar xistin.    Ji bo protestokirina zemên li ceryan, xaza xwezayî û sotemeniyê hatine kirin, CHP’ê bi awayekî hemwext li 30 navçeyên Îzmîrê çalakî li dar xistin. Çalakvanan bertek nîşanî hikûmetê dan. Têkildarî mijarê li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li Taxa Alsancak a navçeya Konakê daxuyanî hat dayîn.  Di daxuyaniyê de pirsa ‘Gelo bi nûkirina zeman re roniya çavê we jî biriqî’ hat kirin û ev tişt hatin gotin: “Zemên ku li ceryan, xaza xwezayî û sotemeniyê hatine kirin ewqas zêde ne ku kesek êdî pê nikare. Banga me li AKP û Erdogan ku xwe li kerr û laliyê danîne ew e ku zemên di sala 2022’yan de hatine kirin, betal bikin.”   Çalakvanan piştî daxuyaniyê jî fatûreyên zêde hatibûn, şewitandin.