Rêxistinên maf û hiqûqê: Li Girtîgeha Bunyanê îşkenceya sîstematîk heye 2022-02-07 14:27:00 MÊRSÎN - Rêxistinên hiqûqê û maf ên li Mêrsînê derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê raporek belav kir û di raporê de hat gotin girtî bi îşkenceya sîstematîk re rûbirû mane.  Parêzerên endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER), Komeleya Mafê Mirovan (OHD) a Şaxa Mêrsînê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê di 4’ê sibatê de serdana girtiyên li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê kiribûn.    Parêzeran derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê qewimîne raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Ji bo eşkerekirina raporê civîna çapemeniyê li avahiya OHD’ê li dar xist. Serokê Baroya Mêrsînê Gazî Ozdemîr, nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî civînê bûn. Hevserokê OHD’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz raporê eşkere kir û bal kişand ser binpêkirinên mafan û got ew ê mijarê ji nêz ve bişopînin.    ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK    Sariyildzi anî ziman ku rojane 2 caran jimartina li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin û ji ber qebûlnekirina pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê, girtî li erdê kaş kirin û bi darê zorê birin cihê hewa stendinê û êrişên ku li qawîşan dest pê kirin û di hewşê de dewam kirin bi awayekî sîstematîk veguherî îşkenceyê. Sariyildiz got, "Hat diyar kirin ku girtiyê bi navê Veysel Zengî di dema îşkenceyê de li ling, pişt û serê wî derb xwariye, ji ber derbên ku girtiye lêva wî teqiyaye û ji ber derbeya li girtiyê her tim lerizîn û vereşîn pê re çêbuye. Girtiyê bi navê Emrah Kina di encama îşkenceyê de bi giranî birîndar bûye, girtî Fettullah Hazar ê ku berê bi nexweşiya fitiqê pê re heye, ji ber derbeyên ku di dema îşkenceyê de xwar, roviyên wî derketin. Îşkenceya sîstematîk tevî roviyên wî li derve ye jî berdewam dike. Her wiha hat diyarkirin ku girtiyê ji sedî 90 astengdar Şaban Kaygusuz ku lingê wî yê rast û milê rastê tune ye jî bi hinceta ku destûra jimartina li ser piyan nedaye, îşkence lê hatiye kirin. Îşkenceya li girtiyan li ber çavê midûrê duyemîn hatiye kirin û midûrê duyemîn jî îşkence li girtiyan kir. Girtiyan van kirinên bi serê xwe ji me re vegotin.”    ÎŞKENCE, HEQARET Û GEF    Sariyildiz diyar kir ku girtiyan di dema îşkenceyê de rastî gef û heqaretên gardiyanan hatin û wiha got: "Hewl didin bi girtiyan bê navber dirûşmên 'Xwezî bi yê ku dibêje ez Tirk im' berz bikin. Ji wan re gotine, 'Em ê te li vir bikujin’. Ji ber ku girtiyan ferzkirina jimartina bi şiklê leşkeriyê qebûl nekirine û li dijî îşkenceya li wan dihat kirin dirûşmên ‘rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe’ berz kirin, li rêveberiyê di nava mehekê de zêdetirî 50 girtî bi lêpirsînên disîplînê re rûbirû mane.”   HEQARET LI PARÊZERAN KIRINE    Saryildiz anî ziman ku şandeya wan ku ji parêzeran pêk tê xwestiye roja hevdîtina li gel girtiyan bi îdareya girtîgehê re jî hevdîtin bike lê belê personelên girtîgehê wan saetek sekinandine û pişt re gotine ku wê midûr bi şandeyê re hevdîtin neke. Sariyildiz got gardiyanan bi darê zorê şandeyê ji hepsê derxistine û heqaret li wan kiriye û gef li wan xwarine. Sariyildiz ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê û muameleya xerab bang li raya giştî û rêxistinên sivîl kir û xwest li Girtîgeha Bunyanê lêpirsîn were destpêkirin û divê şandeyek parlamenteran serdana girtîgehê bike. Saryildiz destnîşan kir ku ew ê ji nêz ve kirinên li girtîgehê bişopînin û dest ji mijarê bernedin.