Rojnamevan Yalçin sewqî edliyeyê hat kirin 2022-02-07 14:53:21   AMED - Rojnamevan Nûrcan Yalçin piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin.    Wergirtina îfadeya rojnamevan Nûrcan Yalçin a di 4’ê Sibatê di serdegirtina mala xwe ya li Amedê de hatibû binçavkirin, a li miduriyeta polîsan temam bû. Derbarê Yalçin de 24 saetan biryara sînordarkirina parêzeran hatibû wergirtin. Parêzerê Yalçin piştî 24 saet derbasbûn beriya du rojan çûbû hevdîtina Yalçin û hînbûbû ku biryara nepen ji bo dosyayê hatiye wergirtin.    Hat hînbûn ku ji Yalçin a piştî du rojan duh li miduriyeta polîsan îfadeya wê hatiye wergirtin re dîmenên nûçeyên ji hevpeyvînên beriya qedexeya derketina derve ya navçeya Sûra Amedê yên di sala 2015’an de pêk tê hatine pirsîn.    Yalçin, ji bo li dozgeriyê îfadeya wê were wergirtin, sewqî Edliyeya Amedê hat kirin.