Xelkê Hezexê û Qilebanê jî rabû ser piya: Ne Covid-19, DEDAŞ me dikuje 2022-02-07 15:15:21 ŞIRNEX - Li navçeyên Hezexê û Qilebanê bi sedan welatî daketin qadan û bi berzkirina dirûşmeyên "Rêveberî îstîfa, dewlet îstîfa" bihabûna ceyranê û zemên tên kirin protestokirin. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi sedan welatî li Kuçeya Hunerê li dijî bihabûna ceyranê û zemên tên kirin kom bûn û serî rakirin. Çalakiya protestoyê ya xelkê Hezexê bi astengiya polîsan re rûbirû ma. Lê belê tevî hemû astengî û dorpêça polîsan jî welatî meşiyan. Welatiyan bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin, "Covid-19 me nakuje, DEDAŞ me dikuje.” Dema polîsan ji welatiyan re got, “Giliyên xwe ji dewletê re bikin” welatiyan bertek nîşan dan û gotin, “Em ê dewletê gilî bikin"   ‘HIKÛMET ÎSTÎFA’    Ji ber ku muzakereyên bi polîsan re demekê encam negirtin, welatî bi berzkirina dirûşmên "Hikûmet îstifa", "Rêveberî îstifa" û "Ji talanê re na" ber bi Kolana Îstîklalê ve meşiyan. Girseya ku dixwest heta ber avahiya DEDAŞ'ê bimeşe, lê dîsa bi astengiya polîsan re rûbirû man. Her çiqas polîsan bi gaza îsotê êriş bir ser meşê jî welatiyan bi berzkirina dirûşmeyan bersiv da polîsan.    XELKÊ QILEBANÊ JÎ LI SER PIYA BÛ    Li navçeya Qilebanê jî bi sedan kes li ketina navçeyê li hev civiyan û bihabûna ceyranê protesto kirin. Girseya ku heta li Nûnertiya DEDAŞ'ê ya Qilebanê meşiyan bi berzkirina dirûşmeyên, "Hikûmet îstifa bike" meşiyan. Li ber avahiya DEDAŞ'ê daxuyanî hat dayîn û welatiyan xwest ku bihayê ceyranê paş ve were kişandin.