Li Efrînê 5 kes hatin revandin 2022-02-07 15:58:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li navçeyên Şêrawa û Cindirê yên Efrînê 5 welatî revandin. Aqûbeta welatiyan nayê zanîn.    Binpêkirinên artêşa Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê yên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê, çavkaniyên ji Cindirisê ragihandin ku ‘Polîsên Leşkerî’ yên girêdayî Tirkiyeyê di destpêka vê mehê de ji gundê Şadir ê Şêrawa ya Efrînê, welatiyên bi navên Kemal Hebîb, Edîb Şeref û Ehmed Hebîb revandin.    Çavkaniyan da zanîn ku komên Feyleq El Şam’ê jî li Cindirêsê welatiyê bi navê Muhyedîn Koçer (52) revandiye. Kesên hatine revandin veguhestine girtîgeha li gundê Îskayê û aqûbeta welatiyan nayê zanîn.    JI MALBATÊ FÎDYE XWESTIN   Li gorî agahiyan, welatiyê bi navê Îsmaîl Erebo (73) jî 10 roj berê ji hêla komên girêdayî Tirkiyeyê ve li Cindirêsê hatiye revandin. Çavkaniyan got ku komên girêdayî Tirkiyeyê Erebo biriye cihekî nediyar û ji bo berdana wî jî ji malbata wî fîdyeyê dixwazin.