Dadgehê îdianameya malbata Dîrîl qebûl kir 2022-02-07 16:30:21   ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê têkildarî windakirina Hurmuz Dîrîl ê winda û Şimonî Dîrîl a mirî hat dîtin îdianame amade kir û ev îdianame ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.    Li gundê Mehrî ya bi ser navçeya Bêşebaba Şirnexê ve di 8’ê çileya 2020’an de Hurmuz û Şimonî Dîrîl ên hevjînên hev winda bûbûn. Cenazeyê Şimonî Dîrîl 70 roj şûn ve li Çemê Hezîl hatibû dîtin. Lê Hurmuz Dîrîl hêj winda ye û tu agahî jê nehat girtin.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û biryara “veşarî” li ser lêpirsînê bû heta îro nehat rakirin. Di çarçoveya lêpirsînê de xizmê malbatê Epro Dîrîl du caran hat girtin û berdan lê cara sêyemîn hat girtin û niha hêj girtî ye.    Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatibû destpêkirin, ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin. Li ser îtîraza dozgeriyê îdianame ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin.    DANIŞÎNA EWIL DI 19’Ê NÎSANÊ DE YE    Li gorî îdianameya hatiye amadekirin wê Epro Diril û hevalên wî Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz ji sûcên wek “kuştina bi cenawirî û eziyet kirine” û “kuştina bi sêwirandî” werin darizandin.    Danişîna ewil a dozê jî dê di 19’ê nîsanê de were lidarxistin.