ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-08 09:00:20 * Huseyîn Keskîn ku li Dersimê sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetên êm êdî nikare heywanên xwe xwedî bike.  * Li navçeya Sûrê dikanên ku li taxên hatin serobinokirin hatin çêkirin bu usûla vexwandinê pêşkêşî sermayedaran tên kirin. Hevseroka Odeya Mîmaran Selma Aslan got: "Navçe kirine herêma rantê."    * Felek Tanirgan ku bi darê zorê ji gund hatiye derxistin, 3 caran hatiye girtin, 23 sal in hevjînê wê girtiye û keçek wê 10 sal û 6 mehan di girtîgehê de maye, bi têkoşîn û berxwedaneke 5 salan kujerê keça xwe daye girtin. Tanirgan, tiştên hatine serê wê wekî "bedêla ji bo azadiyê" pênase kirin.    * Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, dixwaze qada herî berbiçav a hêşîn a bajêr Parka Ataturkê bike otopark, hêwanên semîner û civînan.    * Waniyan destnîşan kir ku berpirsê krîza aborî hikûmeta AKP'ê ye û gotin: "Êdî divê AKP biçe."    * Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî anî ziman ku komploya li hemberî Rêberê PKK Abdullah Ocalan negihaştiye armanca xwe û got: "Sed sal jî derbas bibe wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe. Serok Apo bi fîzîkî ne di nav me de ye, lê bi fikir û felsefeya xwe pêşiya me ronî dike."  Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn bertek nîşanî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya bi Tayyîp Erdogan re da û got ku di serdemeke kurd dibin hedefa êrikan de ev serdan nayê qebûlkirin.    * Bi hinceta ku di pîrozbahiyeke li Nisêbînê de strana “Awazek tê ji Rojava” striyane, derheqê 3 endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” doz hate vekirin.    Akademîsyen Firat Sozerî diyar kir ku gelek weşanxane peyvên kurd û Kurdistanê bi rengekî pergalî sansûr dikin. Sozerî da zanîn ku pirtûka “Rêwingiya Erziromê” ya Puşkîn jî hatiye tehrîfkirin ku ji hêla Weşanên Çandê ya Îş Bankasiyê ve hatiye çapkirin.   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 337’emîn de berdewam e.    * Danişîna doza komkujiya Konyayê dê îro li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê çêbibe. (09.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan dê biçe serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê. (10.00-15.00)   *TTB îro dê ji bo xizmetên hêjatir bikeve grevê. Têkildarê grevê Stenbol, Amed û Enqere jî di nav de, li gelek bajaran dê daxuyanî bên dayîn. (10.00-15.00)   * Derheqê Veysî Yoldaş ku ji girtîgehê firar kiribû û hevjîna xwe Remziye Yoldaş qetil kiribû de bi îdiaya “Bi zanebûn kuştiye”, doz hatibû vekirin. Doz, dê îro li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê çêbibe. (10.00-17.00)   * Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç wê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)    * Têkildarî zemên li ceryan, av, xaza xwezayî û sotemeniyê hatine kirin, dê li Bazara Sêşêmê ya TOKÎ ya Amedê daxuyanî bê dayîn. (12.30) CANLI   * Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên tevî cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan li Amed û Wanê daye destpêkirin, îro jî berdewam e. (13.00-16.00)   * Danişîna doza kesên dest dirêjî li Edanûr Kaplan kirin û bûne sedema mirina wê, dê îro li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê kirin. (13.45)   * Akademiya Ma Musîcê îro di çarçoveya çalakiyên 4’emîn “Rojên Muzîkê” de ku diyarî Egîdê Cimo kirine dê konserekî bide. (18.30)   *Li rojnameger Mazlum Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Dadgeha Îstînafê serlêdana ji bo cezayê Dolan, red kir.    *Di nava 30 salan de derheqê xwediyê îmtîyazê û gerînendeyê Rojnameya Gerger Firat de bi sedan doz hatin vekirin. Gerînendeyê Nûçeyan ê Rojnameyê Ozgur Bogatekîn têkildarî mijarê wiha got: “Heke di nava pergaleke wiha de em niha ne li girtîgehê bîn, wê demê tiştekî xelet heye.”     *Firoşkarên seyar ên Enqereyê diyar kirin ku nikarin debara xwe bikin û pirsgirêka wan a herî mezin faturayên zêde û zema li pêdiviyên jiyanî hatine kirin in.