Ji Girtîgeha Panosê ku vîrûsa koronayê lê zêde dibe bang kirin 2022-02-08 10:39:08   AGIRÎ - Girtiyan diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê şewba Kovîd-19’ê belav bûye û ev bang kirin: “Girtiyên bi şewba vîrûsa koronayê ketine dîsa tînin heman qawişê. Em ji raya giştî daxwaza piştgiriyê dikin.”   Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) zêde bûne. Di hevdîtina ku parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê bi girtiyan re kirî de hat ragihandin ku ji 23 kesên di qawişekê de tên ragirtin 19 kes û temamî qawişeke din bi şewba vîrûsa koronayê ketine.   Girtiyan bi lêv kir ku ji ber gelek girtiyên nexweş dibin, sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û nayên dermankirin, rewşa wan her roja ku diçe xerab dibe û bal kişandin ku di lêgerînên qawişan ên mehane yên giştî de cenderme bi awayekî nezîk temasî wan dikin û ji ber vê yekê rîsk zêdetir dibe. Girtiyan têkildarî rewşê ev agahî dan: “Rewşa hin girtiyan giran bû, birin nexweşxaneyê û derket holê ku testa wan a vîrûsê pozîtîf e. Nexweş giran jî bin li nexweşxaneyê nayên razandin. Girtiyên ji nexweşxaneyê dizivirin û testa wan pozitife dîsa tînin heman qawişê. Em ji raya giştî daxwaza piştgiriyê dikin.”