Rojnamevan Bogatekîn: Em nikarin ji ber dozan karê xwe bikin 2022-02-08 11:47:53   SEMSÛR - Midurê nûçeyan ê Rojnameya Gerger Firat ku derbarê rayedarên wê de bi sedan lêpirsîn û doz hatine vekirin, Ozgur Bogatekîn wiha got: “Di pergaleke wisa de heke em di girtîgehê de nebin wê demê hin tiştên berovajî diçin hene.”   Li Tirkiyeya ku zextên li ser rojnamevanan zêde dibin, 62 rojnamevan girtî ne. Li gorî rapora sala 2021’an a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) derbarê 54 rojnamevanan de lêpirsîn, 51 rojnamevanan de jî doz hat vekirin, li 47 rojnamevanan 133 sal, 8 meh û 21 roj cezayê hefsê hat birîn. Derbarê xwediyê Rojnameya Gerger ku 30 sal in li navçeya Aldûşê weşanê dike û zext lê tên kirin, Firat Haci Bogatekîn û midurê nûçeyan ê rojnameyê Ozgur Bogatekîn de bi sedan lêpirsîn hatine vekirin.    DERBARÊ WAN DE BI SEDAN DOZ HATIN VEKIRIN   Ozgur Bogatekîn diyar kir ku di 30 salan de derbarê wî û bavê wî Haci Bogatekîn de bi sedan lêpirsîn hatine vekirin û wiha got: “Hejmara lêpirsînan ên heta niha derbarê min de hatine vekirin gihiştin 100’an. Hejmara dozan jî qasî 50’yan e. Ji ber ji van 3 dozan 23 rojan di girtîgehê de mam. Gelek jî cezayê şerta kontrola edlî û pere bû. Min ji gelekan beraet kir. Ji dozên hatine vekirin 6 jê hêj li Îstînafê, Dadgeha Bilind û AYM’ê ne. Derbarê bavê min de jî nêzî 500 doz hatine vekirin. Bavê min jî ji ber gelek dozan 13 mehan di girtîgehê de ma. Em êdî hejmara dozên derbarê me de hatine vekirin jî nizanin.”   ‘EM NIKARIN KARÊ XWE BIKIN’   Bogatekîn, diyar kir ku ji ber bi awayekî azad dinivîsin derbarê wan de doz tên vekirin û wiha got: “Me pişta xwe daye gel, ew hêza em ji gel digirin hewl didin vê bikin. Hejmara dozên li min û bavê min hatine vekirin û zextên li me tên kirin ji ber vê ye. Ji ber lêpirsînên tên destpêkirin û dozên tên vekirin em hatine asta ku nikarin karê xwe bikin.”   ZEXT BI BINÇAVKIRINÊ DIDOMIN   Bogatekîn, qala sedemên dozên derbarê wan de hatine vekirin kirin û wiha berdewam kir: “Dema hûn li temamî dozên li navçeya Aldûş a Semsûrê hatine vekirin dinerin; hûn rê dinivîsin qeymeqamtî, hûn avê dinivîsin şaredarî, hûn ceyranê dinivîsin DEDAŞ aciz dibe. Tiştekî din dinivîsî miduriyeta polîsan aciz dibe û te binçav dike. Mirov ji van pirsgirêkan re bêdeng bimîne jî nabe. Bêdeng nemîne jî zexta polîsan, lêdana wan, binçavkirin û ketina girtîgehê li pey hev tê. Ji ber vê yekê em weke xebatkarên Rojnameya Gerger Firatê rojnamevanên li Tirkiyeyê herî zêde derbarê wan de doz hatine vekirinin.”   ‘JI ÎŞARETA SERKEFTINÊ RE LÊPIRSÎN VEKIRIN’   Bogatekîn, da zanîn ku herî dawî bi îxbareke bênav derbarê wî de di 1’ê Sibatê de lêpirsîn hat vekirin û tişta ku pê tê sûcdarkirin wiha vegot: “Li Aldûşê mexduriyeteke berfê hebû. Nêzî 2 mîtroyan berf barî bû û bi rojan rê girtî bûn. Bi rojan me xwe gihand her gundî. Me nûçeyên van çêkirin û weşandin. Vê yekê jî rayedar aciz kirin. Piştî bertekan bi helîkopteran gihiştin kesên nexweş. Ambûlansên bipalet şandin û bil ez û bez rê vekirin. Lê dewletê ev nûçeyên me çêkirin jî ji bîr nekirin. Di encama trolên xistin dewrê derbarê me de lêpirsîn hat vekirin. Wêneyê hesaba min yê twîtterê û wêneyê di sala 2014’an de dema hatibûm binçavkirin li pêş wesayîta polîsan îşareta serkeftinê kiribû. Ev kirin mijara sûcdariyê. Dîsa di salvegera kuştina Dayika Taybet de parvekirinek kiribû û bi nivîsa ‘Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin, rêyên diyalogê bên vekirin’ nivîsek û nûçeyên berfê parvekiribûn. Ev bûn mijara sûcdariyê. Ji ber zarokekî birîndar ku heywanên kovî êrîşî wî kiribû û 6-7 saetan li benda rizgarkirinê bû, me dewlet xist tevgerê bi îxbareke bênav giliyê me hat kirin.”   ‘EM Ê RASTIYAN BINIVÎSIN’   Bogatekîn, bi lêv kir ku rayedar hêza gel ji bo meqamên xwe bixeter dibînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sedemê zextên li me hatin kirin ev e. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Li welatekî weke Tirkiyeyê rêzê ji mafên mirovan û azadiya îfadeyê negire normale mirov di girtîgehan de bin. Di pergaleke wiha de mirov di girtîgehê de nebin wê demê hin tiştên berovajî diçin hene. Em berdewam bikin ku rastiyan binivîsin û em ragihandina rastiyan a gel bidomînin.”   MA / Mujdat Can