Derbarê pankarta komkujiyê de doz vekirin 2022-02-08 12:44:16   WAN - Derbarê endam û rêveberên HDP’a Rêya Armûşê de ji ber pankarta ji bo şermezarkirina qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari bi avahiya xwe ve kirin bi îdiaya “Bi aşkereyî gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kirine” doz hat vekirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêya Armûşê, ji bo qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari şermezar bike di 20’ê Tîrmeha 2021’an de pankarta li ser nivîsa “Malbata Dedeogûllari bi hest û ramanên nijadperestî, bi plan, piştgiriyê û bi awayekî rêxistinkirî hatin qetilkirin” dinivîsî bi avahiya xwe ve kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Wanê ku ji ber pankartê derbarê Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan, Hevserokê HDP’a Rêya Armûşê Dilgeş Aslan, endamên partiyê Cengîz Acar û Yaver Kûmlî de lêpirsîn dabû destpêkirin, bi îdiaya “Bi aşkereyî gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kirine” îdianame amade kir. Dozgeriyê di îdianameyê de diyar kir ku sînorên rexnekirinê hatine derbas kirin û xwest ku kesên tên sûcdarkirin cuda cuda bên cezakirin.    Danişîna ewil a dozê wê di 10’ê Gulanê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê were dîtin.