Li rojnamevan Mandûzê salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn 2022-02-08 12:50:35   QERS - Li rojnamevan Selda Mandûzê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê hefsê hat birîn.    Rojnamevan Selda Mandûz ji doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê dihat darizandin beraet kiribû, lê li ser îtîraza dozgeriyê Dadgeha Îstînafê biryar betal kiribû.    Darizandina Mandûz a ji ber parvekirinên nûçe û wêneyan ên li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal tê sûcdarkirin ji nû ve dest pê kir. Di danişîna li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê hat dîtin de Mandûz û parêzerê wê amade bûn. Mandûz, sûcdarî qebûl nekirin û daxwaza beraeta xwe kir.    Dadgehê ji ber “propagandaya rêxistinê” li rojnamevan Mandûz salek û 6 meh cezayê hefsê birî û ceza taloq kir. Dadgehê di heman demê de biryar da ku hemû materyalên ku hatibûn desteser kirin, bên îade kirin.