Doza Komkujîya Konyayê: Gazînker û parêzeran eywan terk kirin 2022-02-08 15:21:19   ENQERE - Parêzer û xizmên malbata Dedeogûllari ku dadgeha bêyî îtîraza li dadgeha jor ya têkildarî guhertina dadger bisekine, darizandin domand, şermezar kir û eywana danişînê terk kirin.    Kujer Mehmet Altûn, di 30’ê tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogullari ya ji Qersê 7 kes qetil kiribûn û doz hatibû vekirin. Di dozê de kujer Mehmet Altûn û bersûcên bi navên Alî Çalik, Alî Keleş, Alî Keleş (Lutfuoglu), Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Lutfî Keleş, Ramazan Çalik, Velî Keleş û Yahya Çalik tên darizandin. 2’yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê berdewam dike.    Piştî navberê hate dayîn dadgehê têkildarî daxwaza parêzeran a guhertina dadger biryara xwe aşkere kir. Dadgehê îdia kir ku daxwaza parêzeran wê dema dozê dirêj bike û daxwaza guhertina dadger qebûl nekir. Dadgehê diyar kir ku rêya îtîrazê ya dadgeheke jor vekirî ye. Dadgehê piştî biryara xwe aşkera kir xwest darizandinê bidomîne.  Dûre parêzeran îtîrazî vê yekê kir   Pişt re Serokê Baroya Amedê Nahît Eren mafê axaftinê girt û wiha got: “Me îtîraza xwe kir. Heke dadgeha jor îtîraza me qebûl kir, ev kirariyên hûn niha dikin wê betal bibin. Dema şandeya nû hat wê ev kirarî ji serî dest pê bikin esas wê demê wê darizandin dirêj bibe.” Li ser vê yekê Serokê Dadgehê bi lêv kir ku îtîraz hatin qeydkirin û xwest darizandinê bidomîne. Eren jî bi gotina “Ji niha û pê ve têkildarî esasa dosyayê de hûn nikarin kirariyan bikin” dij derket. Parêzer Fûat Epozdemîr jî bi lêv kir ku kirariyên bêyî îtîraz were lêkolînkirin û bên kirin wê darizandinê dirêj bikin.   PARÊZERAN Û MALBATÊ EYWAN TERK KIRIN   Tevî îtîraza parêzeran ya têkildarî guhertina dadger ya li dadgeha jor jî dadgehê xwest darizandinê bidomîne. Li ser vê yekê parêzeran wiha got: “Heke hûn darizandinê bidomînin em ê eywanê terk bikin.” Dûre parêzer û xizmên malbata Dedeogûllari ji eywanê derketin. Li ser vê yekê dadgeha ku biryara navberê da, darizandina vekirî domand. Dadgeh, li eywana xizim û parêzerên mexdûran lê neyî darizandinê didomîne.   ‘JI VIR BIRYAREKE ADIL DERNAKEVE’   Parêzer û temaşevanên eywana danişînê terk kirin li pêş edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren destnîşan kir ku doz weke dosyaya cînayetê ya ji rêzê nikare were dest girtin û wiha got: “Berî ku ev cînayet pêk were weke 15 baroyan me daxuyanî da. Lê piştî komkujiyê çend rojan komkujî pêk hat. Ev komkujî beriya çend mehan hatiye amedekirin, bajar bi bajar hatiye gerandin. Em dizanin ku li pişt kujer hin kes hene. Em ê şopandina doza bidomînin. Niha bêyî parêzeran darizandin tê kirin. Careke din nîşandan ku ji vir biryareke adil dernakeve.”   ‘DADGEH HEWL DIDE BIPEÇINE’   Parêzer Atîlla Kart jî da zanîn ku Dedeogûllari hewl dan qêrînên xwe ji dewletê re ragihînin lê dewletê peywîra bi cih neanî û wiha got: “Tevî vê qêrînê jî nehatin parastin û ew malbata ji aliyê tetîkkêşekî profesyonel ve hat qetilkirin. Dadgeh, naxwaze sedemên komkujiyê lêkolîn bike, ji ber dizane dema lêkolîn kir wê çi derkeve. Hewl dide ser vê bipeçine.”   BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR KU PEYWÎRA XWE PÊK BÎNE   Parlementerê HDP’ê Abdûllah Koç jî bi lêv kir ku sedemên komkujiya nijadperest nehatin lêkolînkirin û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê qesrên edaletê hene lê di hundirê wan de edalet tune ye. Me bi biryara dadgehê jî dît ku êdî li Tirkiyeyê edalet nemaye. Ji ber vê yekê em Wezîrê Dadê vedixwînin ser peywîrê. Bila êdî dest ji mudaxilekirina vê dozê berdin. Baweriya me nîne ku wê edalet pêk were.”   ‘DOZGER HEVKARÊ KOMKUJIYÊ NE’   Parêzer Abdûrrahman Karabûlût jî avahiya Edliyeya Konyayê nîşan da û wiha got: “Hevdîtinên WhatsApp’ê yên di navbera bersûcan de bi awayekî aşkere nîşan dide ku dozgerê wê edliyeya he çawa bûne hevkarên komkujiyê. Rayedaran şûna ku muwekîlên me biparêzin, êrişkar parastin.”