Li Leyla Guvenê 11 roja cezayê hucreyê hat birîn 2022-02-08 16:42:28   AMED - Li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi hêceta “Heqaret li peywîrdarê cemaweriyê kiriye” 11 roj cezayê hucreyê hat birîn.    Li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, bi hêceta “Heqaret li peywîrdarê cemaweriyê kiriye” 11 roj cezayê hucreyê hat birîn. Li gorî nûçeya Jinnewsê Lijneya Dîsîplînê ya Muduriyeta Girtîgeha Xerpêtê  ku gefên gardiyanan ên li Guvenê ji nedîtî ve hat îdia kir ku Guvenê “Heqaret li peywîrdarê cemaweriyê kiriye”.    GEFÊN GARDIYAN   Keça Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Sabîha Temîzkan ji bo ku dayika xwe bibîne di 11’ê Çileyê de çûbû hevdîtina dayika xwe. Temîzkan, rewşa dayika xwe li ser medya dijîtal parve kiribû û gotibû ku dayika wê hatiye tehdîtkirin. Temîzkan di peyama xwe de cih dabû van gotinan: “Min bi dayika xwe Leyla Guven re hevdîtin kir. Dayika min got dema ku ew birine ku derzî bibe ji ber destê wê di berîka wê de bûye, ji aliyê gardiyanekî ve hatiye tehdîtkirin. Dayika min jî ji ber vê tehdîda ku ji aliyê kamerayan ve jî hatiye qeydkirin, got ku ew ê giliyê li gardiyan bike."