Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin 2022-02-08 16:47:56 WAN - Li navçeyên Şax û Payîzavayê di serdegirtinên malan ên saetên serê sibê de du kes hatin binçavkirin.    Di serdegirtinên li navçeyên Şax û Payîzavaya Wanê de Fevzî Melet û Tayîp Balka hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku her du kesên sedemê binçavkirina wan nehat zanîn, birine Fermandariya Cendermeyan a Wanê. Derbarê du kesan de ji bo 24 saetan biryara qedexeya parêzer, ji dosyayê re biryara nepen û 4 roj dema binçavkirinê hat dayîn.