Li Şirnexê zem hatin protestokirin 2022-02-08 19:21:54     ŞIRNEX - Li Şirnexê welatiyên ku di bin berf û baranê de fatûreyên ceryanê protesto kirin, bang li hikûmetê kirin ku îstifa bike.    Li Şirnexê bi sedan kesên bi bangawaziya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên CemaweriyÊ (KESK) li hev kom bûn, di bin berf û baranê de bihabûna ceryanê protesto kirin. Welatiyên li Qada Omer Kabak li hev kom bûn, xwest zemên tên kirin bên betalkirin. Di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeyên wekî "Hikûmet îstifa", "Bimire DEDAŞ" û "Dê hesab bê pirsîn" hatin berzkirin û dowîzên li ser "Ji zilma DEDAŞ'ê re na" û "Ji zilmê re na" nivîsandî hatin hilgirtin.    Di çalakiyê de esnafekî got: "Ez esnaf im û niha nikarim heqê kirêya xwe û fatûreyên ceryanê bidim. Fatûreyên ceryanê ji heqê kirêya min zêdetir tên. Êdî em mûmikan vêdixin. Kêt gihaşt hestî êdî. Êdî em hew deyax dikin. Demildest divê dawî li vê zilma DEDAŞ'ê bê. Êdî bes e ji vê terora DEDAŞ'ê re. Êdî em hew deyax dikin."