Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin 2022-02-09 10:35:38   MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Nisêbînê, statûya 5 qadên xizmetê yên şaredariyê guherand û wek qadên xaniyan destnîşan kir. Tê gotin ku amadekarî hene ku ev qadên ji rantê re hatine vekirin, werin firotin.     Şaredariya Nisêbîn a Mêrdînê ku di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû, di 18’ê cotmeha 2019’an de bi biryara Wezareta Karên Hundir qeyûm lê hat tayînkirin. Hat zanîn ku qeyûmê şaredariyê, 3 jê çalak bi giştî 5 qadên xizmetê yên şaredariyê ji rantê re vekirin. Ji van deverên ku li rantê hatine vekirin, qada hilberîna alavên înşaetê ya girêdayî Gerînendetiya Karên Fenê jî heye. Ev qad, li ser Rêya Armûşê ya Navneteweyî ye. Qadên behsê xeberê di plana avadaniyê de wek qadên xixmetên şaredariyê xuya dikin lê bi plana nû ya avadaniyê re wek qadên xanî û xanî-bazirganiyê hatine destnîşankirin.   GELO AMADEKARIYA FIROTINÊ DIKIN?   Guherandina planê ya li şaredariyê di 2’yê sibatê hatiye pêşkeşkirin lê di planê de nehatiye diyarkirin bê ka li gorî kîjan pêwîstiyê ev guhertin hatiye kirin. Tê gotin ku piştî biryara guherandinê, li ser daxwaza çend karmendên Nisêbînê statûya qadên navborî hatiye guherandin û hat îdiakirin ku ji bo firotina van deveran amadekarî tên kirin.