Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin 2022-02-09 11:24:54   AMED - Derbarê Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven de bi angaşta "propagandaya rêxistinê" doznameyeke nû hat amadekirin.    Duyemîn danîşana doza ku bi angaşta "propagandaya rêxistinê" li Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye, hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Guven, ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerê Guven Serdar Çelebî jî li danişînê amade bû.    Serokê Dadgehê, diyar kir ku daxwaza parêzer a ji bo guhertina dadger ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hatiye redkirin.    Di danişînê de derket holê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve bi angaşta "propagandaya rêxistinê" derbarê Guven de doznameyeke din hatiye amadekirin. Doznameya ku hatibû amadkirin bi daxwaza yekkirin hatibû şandin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin û bi dosyaya niha re hat yekkirin.    DI WERGERÊ DE ŞAŞÎ HEYE   Di danişînê de ji Guven hat xwestin ku li dijî doznameya hatiye amadekirin parastin bike. Guven li dijî vê derket û ji bo lêkolînkirinê daxwaz kir dozname jê re bê şandin. Guven, da zanîn ku qeydên dengên wê yên bi kurdî yên di dosyayê de şaş hatine wergerandin û xwest ku parvekirinên wê yên medya sanal ên sûc hatine hesibandin jê re bên şandin.    Parêzerê Guven Çelebî jî got ku tevlî daxwazên muwekîla xwe dibe û ji bo parastinê daxwaza dema zêde kir.   Serokê Dadgehê hemû daxwazan qebûl kir û danişînê taloqî 11'ê nîsanê kir.