Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin 2022-02-09 14:04:02   AMED - Li Girtîgeha Jinan a Amedê,  Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan û 3 jin bi vîrûsa koronayê ketin.    Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Amedê,  Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, Jiyan Arikboga û Feyza Aksoy bi vîrûsa koronayê ketine. Li gorî nûçeya ku JINNEWS'ê derbarê mijarê de derbas kiriye, rewşa mijara gotinê ji aliyê gardiyanan ve ji kesên ku çûne hevdîtinê re hatiye ragihandin.