ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-10 09:00:03 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di nava van 23 salan de ji bo Ocalan bi hezaran çalakî hatin lidarxistin, kampanya hatin destpêkirin û protesto hatin kirin. Li her devera cîhanê gelan, banga azadiya Ocalan kirin.  * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku guhertina rejîmek kurmî û teşhîr bûye ne zor e û heke têkoşîna hêzên demokrasiyê bibe yek dê mizgîniya azadî û demokrasiyê bide.     * Dadgeriya Ceza ya Sulhê têkildarî dosyeya Lîder Polat ê HDP'î yê hatibû revandin, îşkencekirin û sîxurtî lê hatibû ferzkirin biryar dabû ku lêpirsînek çalak nehatiye kirin. Dozgeriyê jî bereksê dadgeriyê biryarek da û dosyeyê daxilî nav yên "kiryra nediyar" kir.    * Nivîskar Fûat Kav diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tenê ne li ser çareserkirina meseleya kurdî, li ser hemû meseleyên cîhanê disekine. Kav, destnîşan kir ku Ocalan êdî gihaştiye asta rêberekî gerdûnî.    * Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Enqereyê Mahîr Ûslû, got: "Midûrê her girtîgehekê li gor xwe pîvanan datîne. Lê hêleke wan a hevpar heye; hiqûqa dijminatiyê."    * Esnafên Licê anîn ziman ku êdî fatûreyên ceyranê heqê kirêya wan jî derbas kirine û gotin: "Ev şêlandin e. Wehşet e. Hûn ê çend roj şûn de li van deran dikanên vekirî nebînin."    * Vesîla Sayak, dayika Bager Sayak ê di Girtîgeha Sîncanê de, got wêneyên malbatê ji kurê xwe re şandiye, lê wêne bi hinceta "xetere ne" nedane kurê wê.    * Rojnamevan Îbrahîm Êzidî, behsa wî Teyrê Tawis kir ku di dema êrişên Tirkiyeyê de hatibû qetilkirin. Êzidî got: "Hin dayik wekî ku zarokên wan şehîd ketibin hêstir dibarandin. Lê çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 339’emîn de berdewam bike.     * Danişîna doza nivîskar û weşanger Azad Zal dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00)    * Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Garo Paylan dê serdana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê bike. (10.00-17.00)   * Danişîna 9'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00-17.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Gitriyan re dê ji bo girtiyên nexweş li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê nobedê li dar bixe. (13.00) ZINDÎ   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Amedê û Baroya Wanê dê berdewam bike. (13.00-16.00) ZINDÎ