Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin 2022-02-10 09:03:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Îbrahîm Êzidî, behsa wî Teyrê Tawis kir ku di dema êrişên Tirkiyeyê de hatibû qetilkirin. Êzidî got: "Hin dayik wekî ku zarokên wan şehîd ketibin hêstir dibarandin. Lê çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin." Balafirên artêşa Tirkiyeyê di şeva 1’ê Sibatê de bi awayekî hevwext Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kiribûn. Êrişa li ser Şengalê bi qasî 4 saet û nîvan berdewam kiribû.    Hûrguliyeke van êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê hene. Ew jî piranî di rojên taybet ên êzidiyan de pêk tên. Tirkiye beriya vê êrişa dawî, di êrişên xwe yên 7 û 11'ê Kanûnê de, di dema Rojiya Êziyê de, êriş biribû ser bajaroka Xanesorê ya Şengalê. Di vê êrişa hewayî de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Mervan Bedel û 2 zarokên wî birîndar bûbûn. Dema êrişa vê dawiyê çêbû jî Cejna Êzî bû. Lê şêniyên Şengalê ji ber êrişên Tirkiyeyê cejn pîroz nekirin û haziriyên kiribûn jî hatin betalkirin. Di êrişa li ser Seytereya Mişterk de zirar gihaşt gelek tiştan. Teyrê Tawis jî nesîb ji vê êrişê girt ku ji bo civaka kurdên êzidî çûkeke pîroz e. Piştî ew wêneyê Teyrê Tawis ku dema hatibû qetilkirin jî serî netewandibû bi ber çavan ket, gelek kesan ew belav kir û bertek nîşan dan.    Ê ku wêneyê wî Teyrê Tawis ê ku gava hatibû qetilkirin jî serî netewandibû û wekî bibêje "em ser didin lê sir nadin" girtibû, rojnamevan Îbrahîm Êzidî ye. Êzidî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa çîroka wî wêneyî kir.    'DIJMINÊN CIVAKA ÊZIDÎ NE'    Rojnameger Êzidî, diyar kir ku di her rojên pîroz û taybet ên êzidiyan de dewleta tirk êrişan tîne ser Şengalê û got: "Cejna civaka êzidî bû. Ji ber wê jî em li hêviya êrîşeke wiha bûn. Li Şengalê her kesî amadekariyên 1’ê Sibatê dikir. Amadekariyeke giştî li Şengalê hat kirin. Di saetên êvara cejnê de dewleta tirk ji hewayê ve dest bi êrişê kir. Dewleta tirk bi taybetî di rojên ku ji bo civaka êzidî pîroz de êrişan xwe pêk tîne. Dema ku çilên zivistanê bi dawî dibe cejin tê çêkirin. Di vê cejnê de jî Tirkiyeyê êriş anî ser Şengalê. Ev êrîş saet li derdora 10'ên êvarî dest pê kir. Heta roja cejnê jî ev êriş berdewam kirin. Li gel van êrişan di nava xelkê Şengalê de tirsek çêbû. Ew amadekariyên ji bo cejnê dihatin kirin nîvco man. Xwestin ku ew amadekariyên hatin kirin û ew kêf û şahiya ku wê bihata lidarxistin bimîne. Di van êrişan de ku 21 herêmên Şengalê hatin bombebarakirin piraniya wan cihên çiyayî bûn. Wekî Barê, Serdeşt û Çilmeran. Ev herêm jî hemû cihên pîroz in. Di dîrokê de hetanî îro van herêman ji xwe re wekî cihên pîroz dibînin. Ji ber ku di hemû fermanan de êzidiyan xwe di Çiyayê Şengalê de parastiye. Ji ber wê yekê Çiyayê Şengalê pîroz e. Ev çiya jî heta roja îro rastî bi dehan êriş û fermanan hatiye. Lê tu caran jî serê xwe netewandiye. Herî dawî jî di 3'yê Tebaxa di 2014'an de, dema çeteyên DAIŞ'ê êriş anîn ser Şengalê, êzidiyan xwe di vî çiyayî de parast. Dijmin dixwaze ku di vî çiyayî de êzidiyan hedef bigire. Nefreteke wan li hemberî êzidiyan û Çiyayê Şengalê heye. Dewleta tirk ku di van rojên pîroz de êriş tîne ser civaka êzidî, bi van êrişan peyamekê dide. Armanca wan ew e ku hêz û rêxistinbûna êzidiyan tune bikin. Dixwazin Şengalê ji êzidiyan vala bikin. Di van rojên pîroz de bi êrişên xwe careke din îlan kir ku dijminê ola civaka êzidî ye."   'EWILÎ MIN BERÊ XWE DA WIR'    Êzidî, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku piştî êrişê yekser çûye cihê bûyerê û wiha behsa wê kêliyê kir: "2 roj berî cejna êzidiyan êriş anîn ser Şengalê û derdora wê. Di wê demê de liv û tevgera hewayî pir zêde bû. Dema ku tevger çêdibû tu kesî nikaribû tiştekî bike. Me rojnamegeran jî nikaribû hereket bike. Ji ber wê jî, ji bo ku em biçin cihê bûyerê em heta sibehê man. A din a rojê çawa rojê hilat, ji ber ku roja cejnê bû hewce bû êzidî biçûna malên hev û cejna çileya zivistanê pîroz bikirina. Lê lı şûna wê her kesî berê xwe da cihê dewleta tirk êriş biribû ser wan. Yek ji van cihan jî Foca 8'an a Haşdî-Şabî bû ku li ser hikûmeta Iraqê ye. Nêzikî Xanesorê ye. Me rojnamegeran ewilî berê xwe da wir. Ji bo ku zirar û ziyanên wê bibînin û rewşa gel bibînin, em li wir amade bûn. Dema ku em gihîştin wir me hovitiya dewleta tirk careke din dît. Û me careke din dît ku dewleta tirk li hemberî civaka êzidî bi kîn e. Peyameke dewleta tirk jî ew e ku civaka rêxistinkirî ya êzidî hedef bigire. A ditir jî rûye reş a dewleta tirk li vir xuya bû bê ka bi hovîtî êriş aniye ser Şengalê."   'PIR XEMGÎN BÛM'    Êzidî destnîşan kir ku mîna Teyrê Tawis êzidiyan jî tu carî li ber zilm û zordariyê serê xwe netewandiye û wiha domand: "Beriya ku êrîş pêk bê me çend caran serdana wir kiribû. Li wir baxçeyek hatibû çêkirin. Hemû tişt di wî bexçeyî de hebûn. Di vir de bi taybetî pêşengên civaka êzidî dixwestin girêdana êzidiyan a bi xwezayê û bîr û baweriyên wan nîşan bidin. Ew cihê ku baregeh lê hatiye çêkirin cihekî vala bû û beriya wê tu tişt tê de tune bû. Lê li wir ji aliyê Şehîd Merwan Bedel û Serdeşt Şengalî ve baxçe hatibû çêkirin. Dar hatibûn çandin û her der şîn bûbû. Bi taybetî kevok,çûk, kew û gelek cureyên ajalan li wir hebûn. Di nava wan de Teyrê Tawis jî hebû. Dema ku êriş çêbû baxçe hilweşiya. Dema êriş pêk hat hêzên leşkerî li wir tune bûn û tevdîrên xwe girtibûn. Dema ku em sibeha êrîşê em çûn, ewilî min ev wêne girt. Ji ber ku herî zêde ew bala min kişand. Bi rastî jî pir balkêş bû. Em bi xwe jî pir pê êşiyan. Dema ku me dît Teyrê Tawis li ber êrişê ketiye em pir xemgîn bûn. Teyrê Tawis, çendî ruh tê de tune bû, lê dîsa jî serê wî bilind bû û serê xwe netewandibû. Çawa ku di dîrokê de civaka êzidî li hemberî dijmin serê xwe netewandiye wî jî netewandibû."    'TEYRÊ TAWIS CAR DIN ÎSPAT KIR KU ÊZIDÎ SERÎ NATEWÎNIN'   Êzidi, anî ziman ku dema wêne girtiye her kes hestiyar bûye û dayik wekî ku zarokên wan hatibin qetilkirin xemgîn bûbûn û got: "Di dîroka civaka êzidî de tişta herî pîroz Teyrê Tawis e.Gelek êzidî van teyran di mala xwe de xwedî nakin. Ew jî ji ber pîroziya wî. Tirsa wan ew e ku wekî tê xwestin lê xwedî dernekevin. Lê di wê baregehê de hebû. Di cihên giştî de tê xwedîkirin. Dema ku ew bûyer çêbû û em çûn, hemû êzidî berê xwe dan cihê ku Teyrê Tawis lê bû. Bi taybetî jî dayikên hatin li wir kom bûn gotin ji devê wan dernediketin. Hêrseke gelek mezin di hundirê wan de çêbû. Hin dayik hatin wekî ku zarokeke wan şehîd ketibe hêstir dibarandin û digiriyan. Ne tenê dayik, kesên dihatin wir û Teyrê Tawis di wê rewşê de diditın hêrseke mezin dı dilê wan de çêbû. Di rojeke pîroz de tişta herî pîroz a ji bo civaka êzidî hedef hat girtin. Çawa ku civaka êzidî serê xwe netewandiye Teyrê Tawis jî ew da îspatkirin. Heger êriş hebin jî em ê serî netewînin û em ê bi serbilindî jî bimirin. Ev qasî êriş li ser Şengalê hatin kirin lê tiştekî wiha cara yekem bû dihat dîtin. Kesê ku nirx û pîroziyên civaka êzidiyan hedef digirin bi xwe re hêrs û aciziyê tînin. Çawa ku Teyrê Tawis serê xwe netewand, wê civaka êzidî jî serî netewîne û heta dawiyê nirxên xwe biparêze."   MA / Zeynep Dûrgût