Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin 2022-02-10 11:53:36   RIHA - Girtî Sînan Çelîk, ragihand ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Rihayê binpêkirinên mafan ên micid pêk tên û got ku gardiyanan bi kûçikan lêgerîn dikin.    Sînan Çelîk ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Rihayê girtî ye, di hevdîtina vekirî ya bi dayika xwe Şohret Çelîk re kir de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot. Çelîk ku di sala 2015'an de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 13 sal ceza lê hatibû birîn, ji dayika xwe re diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan ên micid hene.    ZEXTÊN LI SER GIRTIYAN   Dayika Çelîk Şohret Çelîk tiştên ku kurê wê jê re ragihandiye vegot. Çelîk, da zanîn ku beriya hevdîtinê lêgerîneke zêde ya bihûrgilî li ser wan pêk tînin û wiha got: "Beriya hefteyekê ji bo hevdîtina vekirî ji Erziromê çûm Rihayê. Ji ber ku midurê girtîgehê nû hatiye tayînkirin şertên nû anîbû girtîgehê. Li girtîgehê mafên hevalên me bi awayekî micid tê binpêkirin. Lêgerîna tazî tê ferzkirin û ji bo zexta derûnî timik qawiş tên guhertin. Gardiyan ji hevalên me nexweş re dibêjin, 'Bimirin, ma em ê li ber  we bikevin'. Bi vî awayî wan terkî mirinê dikin. Bi kûçikan  li qawişan digerin û amûran ji hev dixînin."   Çelîj, da zanîn ku kurê wê jê re ragihandiye ku tiştên ku ji qantînê didin girtiyan jî gelek biha bûne û bang bi dawîbûna zextên heyî yên li girtîgehê kir.