Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin 2022-02-10 15:27:15   STENBOL - Cenazeyê Bîrsen Kars ku di operasyona 2000’an a li dijî girtîgehan de bi giranî birîndar bûbû, ji ber kesên hatine binçavkirin li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin.    Di 19’ê Kanûna 2000’î de li dijî girtîgehan bi navê “Vegera Jiyanê” operasyoneke komkujiyê hatibû kirin.  Bîrsen Kars ku di vê operasyonê de bi giranî birîndar bûbû, bi gotina “em bi saxî şewitandin” di bîra her kesî de ma. Kars ku nexweşa penceşêrê bû, di 7’ê sibatê roja duşemê de li nexweşxaneyeke Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kars, duh anîn Stenbolê. Lê belê polîsan bi hinceta ku “dibe ku fermana otopsiyê were” cenaze nedan malbatê û şandin Saziya Tipa Edlî (ATK).    Li ser vê yekê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel û endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TAYAD) hatin ber deriyê ATKê. Di saetên danê şevê de cenaze hat dayîn û malbatê cenaze ber bi Mala Cemê ya Gaziyê ve bir. Lê di rê de polîsan êrişî girseyê kir û 20 kes binçav kirin.    Ji şevê din heta niha cenazeyê Kars li Mala Cemê tê sekinandin. Têkildarî mijarê TAYAD’ê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û da zanîn ku heta kesên hatine binçavkirin neyên berdan, dê cenaze neyê definkirin.