Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin 2022-02-10 23:28:17   ŞIRNEX - Li Hezexê Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin.    Li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê polîsan di 2'yê Sibatê de avêtibû ser mala Meryem Malgaz a 65 salî û Hamdiye Kaşbaşê û ew binçav kiribûn. Piştî binçavkirin Malgaz û Kaşbaş hatibûn berdan, lê piştî dozger îtiraz kiribû her du kes cardin hatibûn binçavkirin.    Bi biryara dozgeriyê polîs çûn mala her du jinan. Ji ber ku Kaşbaş ne li mal bû, polîsan Malgaz tenê binçav kirin û bi biryara dozgeriyê ew birin girtîgehê.