ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-11 09:00:16 * Rojnamevan Nesrîn Hisên anî ziman ku êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava bi plankirîbûn, ev yek bi hevdîtina Barzanî û Erdogan re careke din ispat bû û got: “Barzanî spasiya Erdogan kir ku êrişî Rojava, Mexmûr û Şengalê kiriye. Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû." * Rojnamevan Bêrîtan Zagros, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevdîtina Erdogan-Barzanî da û got: "Destkeftiyên ku kurdan bi bedêlên giran ew bi dest xistin, PDK û Barzanî wan bi bêran belav dikin."    * Nûnerên partiyên Siyasî ku ji bo Kongreya Asayî ya 4'an a HDP a Îzmîrê bang kirin, gotin: "Em li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev du."    * Jinên HDP'î bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê û destnîşan kirin ku dê li dijî vê rizandinê di civakeke biehlaq û polîtîk de israr bikin.    * Qeyûmê Şaredariya Sêrtê, birayê Seroka Baskên Jinan a AKP'a Bajêr Ayşe Ekînciyê danî ser midûriyeta îmarê.    * Jinan diyar kir ku siyasetmedar Aysel Tûglûk naveke girîng a tevgera jinê ye û gotin: "Heya Aysel bê berdan em ê bitêkoşin."    * Krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Li Amedê bazarvanên li taxan bertek nîşanî bihabûna fatûreyên ceyranê dan û gotin divê xelk li dijî bihabûna fatûreyan û xwarinê rabe ser piyan.    * Welatiyan anî ziman ku ji ber ceryana ku li ser hev biha dibe ancax hefteyê carekê cilşoyê dişixulînin û gotin: "Ev ne zem e, şêlandin e."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 340’emîn de berdewam bike.   * Danişîna doza êrişa 12’ê Gulanê ya li ser malbata Dedeogûllari hatibû kirin wê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk bê. (09.00)    * Danişîna 9’emîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Danişîna doza derbarê 26 parêzerên endamên OHD’ê û ÇHD’ê de bi hêceta daxuyaniya wan a li dijî qeyûmên tayînî şaredariyan kiribûn hatibû vekirin, dê li 8'emîn Dadgeha Asliye ya Ceza ya Îzmîrê bê dîtin. (10.00)    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wê li Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDΠ   * Partiyên siyasî û sendîka, têkildarî fatoreyên ceyranê û zemên hatine kirin dê li Amed, Enqere û Îzmîrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00-18.00)    * Platforma Elewiyên Edeneyê wê li avahiya platformê têkildarî gotinên Yakûp Tilkî ya li ser Elewiyan daxuyanî bide. (12.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li baroyên Amed û Wanê dane destpêkirin didomin. (13.00-16.00)   * Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, wê serdana Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bike. (14.30)