Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê 2022-02-11 09:05:40 SÊRT - Qeyûmê Şaredariya Sêrtê, birayê Seroka Baskên Jinan a AKP'a Bajêr Ayşe Ekînciyê danî ser midûriyeta îmarê.    Qeyûmê Şaredariya Sêrtê Walî Osman Hacibektaşoglû ku di 15'ê Gulana 2020'î de tayinî şaredariya di dest HDP'ê de hatibû kirin, di 2 salan de cihê gelek midûran guherand an jî hin kesên din tayinî şûna wan kir. Qeyûm Hacibektaşoglû, ewilî midûrê desteya îdareyê ya walîtiyê Vadûllah Dîlbîrîm anî ser midûriyeta nivîsgehê. Paşê şefê nivîsgehê Yaşar Çakir tayinî midûriyeta çavkaniyên mirovan û ji midûrên şaxên walîtiyê Mûrat Tanik jî danî ser midûriyeta kirarên agahiyan.    Her wiha qeyûm Hacibektaşoglû, di 22'yê Hezîrana 2021'ê de jî Firat Toprakê li midûriyeta karên paqijiyê bir danî ser midûriyeta park û baxçeyan. Qeyûm Hacibektaşoglû di 2'yê Sibatê de cardin midûrê park û baxçeyan guherand û Bûrak avci danî ser wê. Herî dawî jî qeyûm Hacibektaşoglû Ahmet Ekîncî, birayê Seroka Baskên Jinan a AKPê ya Sêrtê Ayşe Ekîncî, kir.    Tê gotin ku beriya vê Ekîncî û qeyûm hevdîtin kirine û piştî vê hevdîtinê qeyûm birayê wê daniye ser midûriyeta îmarê.