Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin 2022-02-11 09:30:02 AMED - Endama YJA-STAR’ê Fatma Çîçek ku di êrişa hewayî ya li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Bismilê hat veşartin.  Endama YJA-STAR’ê Fatma Çîçek bi 6 hevalên xwe ve di êrişa hewayî ya di 11-15 Kanûna 2021’an de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber cenazeyê Çîçek nehatibû teşhîs kirin malbatê di 31’ê Kanûnê de ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dabû. Rayedarên ku li malbatê geriyan agahî dan ku testa DNA’yê hev girtine û xwestin malbat cenazeyê keça xwe bigirin.    CENAZE BIRIN BISMILÊ   Li ser vê yekê malbata li navçeya Bismila Amedê dijî derbasî Mêrdînê bû. Cenazeyê ku li Goristana Bêkesan a navçeya Artûklûyê hatibû veşartin, êvarî radestî malbatê hat kirin. Malbatê cenazeyê Çîçekê ji vir birin Taxa Kooperatîfê ya navçeya Bismilê.    GIRSE LI GORISTANÊ KOM BÛ   Polîsan girseya ku ji bo merasîma veşartina cenaze li goristana taxê kom bûbûn weke hêcet nîşan dan û cenazeyê Çîçekê demeke dirêj di ketina navçeyê de sekinandin. Polîsên ku bi maşîneyên zirxî goristan dorpêç kirin, diyar kirin ku ji bilî ferdên malbatê nahêlin kes beşdarî merasîmê bibe û xwestin girseya li goristanê kom bû belav bibe.    CENAZE HAT VEŞARTIN   Li ser belavbûna girseyê cenaze anîn goristana taxê. Cenazeyê Çîçeka ku wecîbeyên wê yên olî pêk anîn, ji aliyê gelek kesan ve hat veşartin.