Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin 2022-02-11 10:56:46 ENQERE - Di ser operasyona Garê re ku bi fiyaskoyê encam bû salek derbas bû. Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu got: “Beriya ku kesî jiyana xwe ji dest bida çareserî dikaribû bihata dîtin.”  Di serdema AKP’ê de civîna herî dirêj a Desteya Ewlehiyê ya Millî (MGK) di 30’ê Cotmeha 2014’an de hatibû lidarxistin. Di vê civînê de biryara şer wek “Plana Têkbirinê” hatibû dayîn. Bi vê biryarê re di sala 2015’an de pêvajoya çareseriyê hat qedandin û pêvajoya şer ket dewrê. Piştî şer dest pê kir li dijî siyaseta kurd binçavkirin û girtinan, operasyonên derveyî sînor, zext, êrişên balafiran, êrişên bi ÎHA û SÎHA pêk hatin. Di van 7 salên dawî de şerek giran qewimî û di encama îro gihîştiyê de jî krîzên aborî, civakî û siyasî xwe didin der û kûr dibin.    Di civakê de her çiqas li dijî polîtîkayên ewlekariyê nerazîbûn tên nîşandan jî lê îktidarê ji nedîtî ve tê û di polîtîkaya şer de israr dike. Li ser fermana îktidarê sala par di 10’ê sibata 2021’an de li dijî devera Garê ya Başûrê Kurdistanê ku polîs, leşker û endamên MÎT’ê di pêvajoya destpêka şer de hatibûn desteserkirin, operasyon da destpêkirin. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 8’ê sibata 2021’an de gotibû dê du roj şûn ve “mizgînî” bide û derket holê ku ev mizgîniya wî operasyona Garê bûye.    MUXALEFET LI DIJÎ OPERASYONÊ DERKET    Di encama operasyona 4 rojan de 13 leşker û polîsên ên hatibûn desteserkirin di operasyona leşkerên Tirkiyê de hatin kuştin. Di 14’ê sibatê de kuştina van leşker û polîsan hat ragihandin. Li ser vê operasyonê û kuştina van polîs û leşkeran gelek nîqaş di navbera îktidar û muxalefetê de hatin kirin. Muxalefetê nerazîbûn nîşanî îktidarê da ku digotin dikaribû ku ev leşker û polîs sax bihatana radestkirin.    ÎKTIDARÊ XWEST HDP’Ê SÛCDAR BIKE   Îktidarê xwest ku neserkeftina xwe ya di operasyonê de bixe stûyê muxalefetê û bi taybetî HDP’ê. Îktidarê xwest HDP’ê sûcdar bike û wisa kêmasiya xwe veşêre. Lê HDP’ê nerazîbûnên tund nîşanî vê yekê da.    SOYLU HDP Û ÎHD’Ê KIR HEDEF    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di axaftina li Desteya Meclîsê de HDP’ê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) kir hedef û xwest têkçûna di operasyona Garê de bixe stûyê HDP’ê û ÎHD’ê.    ÎDIAYA ÎNFAZÊ HEYE    Dîmenên şikefta ku 13 polîs û leşker lê hatin kuştin û bi 41 balafirên şer hatibû bombebarankirin hatin weşandin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) van dîmenan bi raya giştî re parve kir û hat gotin ku ew leşker û polîs hatine înfazkirin. Di dîmenan de şûna bombebaranê û enkaza şer mabû. Her wiha dihat gotin k udi operasyonê de gaza bi jehrî jî hatiye bikaranîn.    PARLAMENTERIYA GERGERLÎOGLU BETAL KIRIN    Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu diyar kiribû ku divê divê îktidar di operasyona Garê de hesab bide raya giştî. Ji ber vê daxuyaniyê parlamenteriya Gergerlîoglu hat betalkirin û pişt re hat girtin. Piştî neheqiyên hatin kirin darazê paş ve gav avêt û parlamenteriya Gergerlioglu lê hat vegerandin. Gergerlîoglu bi minasebeta salvegera operasyona Garê ji ajansa me re axivî.    ‘TIŞTA JI DESTÊ ME HAT ME KIR’    Gergerlîoglu bi bîr xist ji bo leşker û polîsên di operasyona Garê de hatin kuştin serbest werin berdan û bi saxî bigihînin malbatên wan li pey çareseriyê ketibûn û got: “Malbatên leşkeran serî li partiya me û serî l imin dan. Me hewl da ku em her tiştî bikin. Ji bo dawî li vê zehmetiyê bê û ji bo leşker bigihîjin malbatên xwe me têkoşîn da. Her çiqas me bi qasî ku ji destê me hat anîn rojevê jî lê mixabin di encamê de leşker hatin kuştin. Bêyî wê çareserî dikaribû bihata dîtin. Leşkerên ku beriya niha gelek caran dîl hatibûn girtin, beriya ku tiştek bê serê wan, bi malbatên xwe re hatin cem hev. Dikaribû ev yek ji bo leşkerên jiyana xwe ji dest dan jî bihata kirin.”   ‘AŞTÎ HÊJ PÊKAN E’    Gergerlîoglu diyar kir ku ew weke partî di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka kurd bi aştî û mafên mirovan çareser dibe û wiha got: “Dibe ku ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Mirî venagerin, lê aştî pêk tê. Aştî hê jî pêkan e. Rêya aştiyê hîn jî dikare were dîtin, ji bo vê jî divê em hemû têbikoşin. Em naxwazin êdî dê û bav bigirîn an jî canên me werin kuştin. Em dixwazin li vê xakê di nava aştî, aramî û biratiyê de jiyana bi hev re hebe. Em di qada siyasetê de li çareseriyê digerin. Tevî van hemûyan jî hêviya me heye ku em ê aştiyê pêk bînin.”    MA / Bêrîvan Altan