Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin 2022-02-11 11:51:00 STENBOL - Bîrsen Kars ya ku ji operasyona “Vegera jiyanê” bi giranî birîndar bûbû û li Elmanya jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Gaziyê hat veşartin.    Di 19’ê Kanûna 2000’î de li girtîgehan operasyona “Vegera jiyanê” pêk hatibû. Bîrsen Kars jî yek ji remza wê operasyonê bû. Ew bi gotina “me bi saxî şewitandin” di bîra her kesî de maye û tê nasîn. Birsen Kars li Elmanyayê tedawiya penceşêrê didît û çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû. Kars li goristana Taxa Gazî ya Stenbolê hat veşartin. Piştî karûbarên otopsiyê cenaze hatibû radestkirin. Cenaze duh bi şev di dorpêça polîsan de hat veşartin.