25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin 2022-02-11 13:29:30   ÎZMÎR - Yek jê rojnamevan û 25 parêzerên ji doza protestoya tayînkirina qeyûm ên ser şaredariyên HDP’ê dihatin darizandin, hatin beraetkirin.    Li Îzmîrê 25 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûnasên Hemdem (ÇHD) û rojnameavn Oktay Înce ji ber tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê protesto kiribûn bi îdiaya “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan muxalefet kirine” dihatin darizandin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Îzmîrê hat lidarxistin. Çar parêzer û rojnamevan Înce û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Parêzeran diyar kirin ku miwekîlên wan sûc nekirine û xwestin werin beraetkirin.    Dozger mutalaya xwe eşkere kir û xwest her 26 kes werin cezakirin. Dadger biryara xwe eşkere kir û got çalakiya pêk hatiye nabe sûc û biryara beraetkirina her 26 kesan da.    Navê parêzerên dihatin darizandin wiha ye: “Bahattîn  Ozdemir, Firat Sandalci, Hevseroka OHD’ê Fatma Demîrer, Serokê ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn, Abdulmecît Yildirim, Nezahat Akin, Şukran Eroglu, Sozdar Ortaç, Mehmet Baran Selanîk, Dîlan Gunduz, Hatîce Aslan Atabay, Yunus Emre Guneş, Sadiye Unutur, Leyla Çelîk, Ferhat Konur, Emel Dîrîl, Veysî Çetîn, Şule Hizal Arslan, Erdogan Akdogdu, Aysun Kilivan Sidal, Gul Kireçkaya, Îmdat Ataş, Nergiz Tuba Arslan, Hazal Aydin, Ertan Gungor û rojnamevan Oktay Înce.”