Beştaş: Divê em malbatên di Nobeta Edaletê de bi tenê nehêlin 2022-02-11 15:07:31   AMED - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di 88’emîn roja Nobeta Edaletê de çû serdana malbatan. Beştaş di çalakiyê de axivî û wiha got: “Daxwazên we, daxwazên me jî ne. Em ê dengê we bigihînin her deverê. Divê em malbatan bi tenê nehêlin.”    Ji bo ku girtiyên cezayê wan xelas bûyî û girtiyên nexweş bên berdan, malbatan li Baroya Amedê çalakiya Nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Çalakî di roja 88’emîn de berdewam kir. îro, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, hevserokên HDP’a Amedê û rêveberên partiyê yên bajêr çûn serdana malbatan.    'GIRTÎGEH NE CIHÊ MIRINÊ NE’   Beştaş di serdanê de axivî û diyar kir ku çalakiya malbatan, çalakiyeke pîroz e û wiha domand: “Li hemû girtîgehên Tirkiyeyê agahiyên nexweş tên. Zextekî giran heye û li her deverê xelk, banga edaletê dike. Îro jî min agahiyek ji Girtîgeha Sîlîvriyê girt lê guh nadin. Dema girtiyên nexweş tên ber mirinê, wê demê ber didin. Van navberan gelek darbest ji girtîgehan derketin. Girtîgeh, ne cihên mirinê ne. Di welatekî xwedî hiqûq de divê baş li girtiyan bê nihêrtin. Dijminatiya AKP-MHP’ê ya li hemberî kurdan, li girtîgehan jî didome. Guh nadin dayikên kurd. Dayikên kurd berxwedaneke birûmet didin û ji bo tenduristî û jiyana zarokên xwe nobetê digirin.”    BANG LI GEL KIR   Beştaş da zanîn ku hewceye mafên girtiyan neyên binpêkirin û wiha pê de çû: “Divê bên berdan. Divê sepana îşkence û lêgerîna tazî bi dawî bibe. Girtiyên ku ev 20-30 salan di girtîgehê de mayîn, tevî cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan. Em bi malbatan re li Enqereyê civiyan. Daxwazên we, daxwazên me jî ne. Hêvîdarim ev daxwaz bên bersivandin. Em ê bi hev re dengê we bilindtir bikin. Banga me ji hemû kesî re ew e ku malbatên girtiyan bi tenê nehêlin. Em ê bi destên xwe edaletê bînin vî welatî.”    Piştre jî ji xizmên girtiyan Reşahat Ada axivî û got ku mebesta wan ji çalakiyê ew e ku ji girtîgehan cenaze dernekevin. Ada diyar kir ku ev 3 meh in ji bo zarokên xwe banga edaletê dikin lê ne edalet pêk tê û ne jî kesek guh dide dengê wan.